Kempeynên seroktîyê li Amerîkayê vê hefteyê giranîya xwe datînin ser mîtîngên li çend wîlayetên girîng ku dê roleke mezin di hilbijartinên Mijdarê de bilîzin.
Cîgira Serok Kamala Harris, ku do Tim Walz berbijarê cîgirê serok destnîşan kir, îro Çarşemê diçe wîlayatên Wisconsin û Michigan û di wexteke din vê hefteyê de serdana Arizona û Nevada dike.
Senator JD Vance, berbijarê cîgirê serok yê Serokê berê Donald Trump, îro Çarşemê du mîtîngan li Wisconsin û Michigan lidar dixîne.
Piştî binavkirina wî wekî berbijarê cîgirê serok, Harris di mîtîngekê de li Pennsylvania pesnê walîyê Minnesota Walz da.
“Min dixwest ez hevparekî bibînim ku karibe alîkarîya avakirina vê siberoja geştir bike, rêberek ku alîkarîya yekgirtina welatê me bike û me pêşve bibe,” Harris got.
Demokratên pêşverû piştgirîya Walz yê 60 salî dikin, jiber ku wî wekî walîyê Minnesota serkêşîya siyasetên bi dilên wan kiriye. Walz, ku endamê berê yê artêşa niştimanî û mamoste bû, herwiha di nav dengderên sipî yên deverên dûrdest de jî piştgirî heye.
“Walz bijareyeke balkêş e ku wê dengderan li seranserê rojavayê naverast li wîlayetên girîng wekî Wisconsin, Michigan û Pennsylvania han bide,” stratejîsta Demokrat Julie Roginsky ji Dengê Amerîka re got.
Jennifer Lawless, profesora siyasetê li Zanîngeha Virginia, ji Dengê Amerîka got ku Demokratan di Walz de kesekî lîberal dîtîye ku li deverên dûrdest yên parêzkar li Minnesota biserket, xwedî çek e, xwedî ezmûneke leşkerî ye ku li Nebraska jidayîk bûye.
Walz “bijareyeke ewle ye, lê bêguman ne bêzar e,” Lawless da zanîn.
“Ew kesek e ku Amerîka Navîn têdigihêje û van siyasetên pêşverû hildigire ne ji ber ku ew dûrî xelkê ye, lê jiber ku ew bawer dike ev baştirîn rêk e ku welat pêşve biçe,” wî dîyar kir.
Herwiha, Walz ji alîyê yekîtîyên karkeran ve tê rêzgirtin. Ev jî xaleke xurt e jiber ku Trump hewil di nav karkeran de serkeftinan dest bixîne.
Heta berî Harris bi fermî Walz wekî berbijarê cîgirê serok destnîşan bike, kempeyna Trump daxuyanîyek derxist tê de ew wekî lîberalekî bêkêr binav kir.
“Ne suprîz e ku Lîberala San Fransciso Kamala Harris dixwaze Tim Walz bike berbijarê cîgirê serokê. Walz bi awayekî fanatîk dixwaze ajendeya lîberal ya Kalîfornya ya metirsîdar bi berfirehî belav bike,” berdevka kempeyna Trump Karoline Leavitt di daxuyanîyekê de got.