Di meha îlonê de, Konfederasyona Kurdên Dîasporayê (Diakurd) ragihand, Netewên Yekbûyî (UN) dexwaznameya wan qebûl kirîye ku dixwazin Peymana Lozanê betal bibe, naskirina çarenûsîya gele Kurd qebûl bibe.
Diakurd bi vê serdanê armanc dike ku wekî hemî gelan, jibo Kurdan jî mafê çarenûsiyê bê qebûlkirin.
Li ser navê Diakurdê, evûqat Hişyar Ozalp û Ridvan Dalmiş prosa hiqûqî birêve dibin.
Piştî ku, serdana Diakurdê hate qebûl kirin, UN wê ji Tirkîye parastineke bixwaze û bi vê dosyeyê, Peymana Lozanê jî dê bibe mijara nîqaşan.
Lozan di 24ê Tîrmeha 1923an de di navbera Tirkîye û Brîtanya, Fransa, îtalya, Japonya, Yunanîstan û Romanya de hatibû îmzekirin.
Diakurd banga piştevanîyê dike
Mehmet Tanriverdî, rêvebirê Dîakurdê jibo Dengê Amerîka da zanîn bi daxuyanîyek hevpar bang li hemî sazî û dezgehên ji sîyasetên cuda yên Kurdan kirin ku piştgiriya wan bikin û vê mijarê her di rojevê de bihêlin.
''Ger ev Peyman betal bibe, rê li Kurdan vedibe ku dikarin doza mafê çarenîsya xwe bikin. Divê UN, jibo mafê Kurdan, li dijî polîtîqayên asîmîlasyonê gavên lezgîn bavêje.''
Prosa Hiqûqî di 100 salîya Lozanê de Destpêkir
Herdû evûqat di salvegera sed salîya peymana Lozanê de, jibo naskirina mafê Kurdan, li dijî Serokatîya Tirkîye li mahkemeye Tirkîye doz vekirin û dest bi prosa hiqûqî kirin. Lê serdana wan him li dadgeha heremî him li ya Bilind, hate redkirin û rêyên hiqûqa navxweyî li pêş vê dosyeyê hate girtin.
Evûqat Hişyar Ozalp jibo Dengê Amerîka destnîşan Lozan kir ku mafê Kurdan ê rewa ji holê rabe.
‘'Sujeyên hiqûqa navdewletî dewlet in, dîsa jî hinek tişt hene ku miletê bê dewlet ê weke Kurdan jî wan bi kar bînin. Dezgeh û mehkemeyên navdewletî ên girêdayê UN ji wan dezgehan e.’’
Wî bibîr xist ku damezrînerên dewleta Tirkîye Mustafa Kemal û İsmet İnonu, di dema civîna Lozanê de gotibûn ‘Ev dewleta ku bê damezrandin him dewleta miletê Tirk him jî ya miletê Kurd e, mafê kolektîf wê weke hev be.’’
''Lê bilaksê wê, 100 sal in Kurd tune hate hesibandin û xwestin bi tundîyê jî îmha bikin'' got Ozalp.
Li ser navê Diakurdê, evûqat dexwazanameyê radestê Komîta Mafê Mirovan ya UN kirin. Ev komite, kontrola mafê medenî û sîyasî ya navdewletî dike ku dinêre ew dewletên peymana Lozanê îmze kirine, vê peymanê cîbicî kirine an na.
Dîakurd li ser Kîjan Xalan Gilîyê Tirkîye Kirîye?
Di serdana Diakurdê de hate destnîşankirin ku Tirkîye di pênc xalan de peymana mafê medenî û sîyasî ya navdewletî binpê kirîye.
- Ya pêşîn xala yekem e ku Mafê Self determînasyonê (çarenûsîyê) ye:
Ozalp bibîr xist, mafê Kurdan heye ku li ser axa xwe dewleta xwe damezrîne. Li ser samanê sirûştî û dewlemendîyê ser û bine axa wan de derdikeve, jê îstîfade bike.
''Lê dewleta Tirkîye îzna wê nade û ev xal hatîye binpêkirin'' got. Wî îfade kir di 100 salan de, Dewleta Tirkîye rê neda ku Kurd xwe bixwe îdare bikin, weke miletekî Kurd bi ziman û çanda xwe bijîn, hebûna xwe mîsoger bikin.
- Xala duyemîn li ser cîbicîkirina peymanê ye.
- Xala 25emîn jî li ser demokrasîyê, têkildana jîyana sîyasî ye.
Ozalp got ku Tirkîye vê xalê jî binpêkirîye.
'' Jiber ku heta neha Kurdîstan bi pergaleke asayî nehatîye îdarekirin. Her bi sîstema pergaleke awarte hatîye îdarekirin. Umûmî mufetîş, rewşa awarte û neha jî mesela qayûman heman tiştin. Li gor qanûn û yasayên Tirikîye dema miletê Kurd jixwe re serokê şaredarîyê hilbijêre, dewlet îznê nade, bi biryarên îdarî hicetan peyda dike, şardaran ji wezîfê distîne û memûrê xwe danîne cîyê wan.''
- Xala 26ê jî pêşberê hiqûqê qedexekirina cudakirinê ye.
- Xala 27an jî li ser mafê kêmnetewan e.
'' Kurd weke milet nikare zimanê xwe bi azadî biaxive, nikare bi çanda xwe bijî. Heta zaravayê Zazakî ber bi hundabûnê de ye. Hê jî Kurd nikarin bi azadî govendê bigrin, gelek kes jiber govendê hatin girtin. Bajarên kevnar ên Kurdan di bin avê de hîştin. Ev jî izbat dike ku Tirkîye xala 27an jî binpê kirîye.''
Gelo tu miletek heye ku jbo mafê çarenûsîyê serî dabe û encamek bidest xistibe?
Evûqat Hişyar Ozalp da zanîn si sala 1986an de li Kanada, Gelê Lubîkan ku ew milteke xwecîhî ne, jibo mafê çarenûsîyê serî li komîteya UN dane. Komîte li ser xala yekê ya îhtîyadî biryare nedaye lê van zanyarîyan parvekir:
Lê komîte got Kanada xala 27ê binpê kirîye û divê jibo vê miletê tedbir bistîne.''
Ozalp destnîşan kir ew jî hêvî dikin komite biryar bide bêje ku neheqîyeke mezin a dîrokî li miletê Kurd hatîye kirin, mafê wan ê kollektîf ê netewî hatîye binpêkirin.
''Herçiqas li ser xala yekemin a mafê çarenûsîyê biryar nede jî, em hêvî dikin li ser xalên dîtir biryar bide û Tirkîyê mehkûm bike.''
Evûqat Ozlap dîyar kir, qebûlkirina serdana wan girîng e jiber ku Kurd cara yekê ye rêbazeke bi vî rengî bikartînin.
''Sed sal in dewleta Tirk hê jî me weke Tirk dihesibîne, pergala serwerîya Tirkîye miletek ku navê wê Kurd e û zimanê wê Kurdî ye, qebûl nake.''
Wî jî xwest ku hemî Kurd li platformên navdewletî dengê xwe bilind bikin, piştgirîya vê hewildanê bikin da ku bêhtir bikarbînin guvaşt li ser Tirkîye bidin çêkirin.