Balyozê Ukraynayê li Tirkîyê îro Çarşemê got ku welatê wê dê ji Enqerê daxwaz bike ku eger Rûsya dagîrkirinek pêk anî, du rêkên avî li ber keştîyên Rûsyayê bigire.
Vasyl Bodnar dîyar kir ku Ukrayna hebûn keştîyên şer yên Rûsyayê nêzîk sînorên wê li nav Deryaya Reş wekî gefe dibîne.
Pênasîna Rûsya bi her du herêmên cudaxwaz li rojhilata Ukraynayê wekî du komarên serbixwe bûye sedema nerazîbûn û danîna toleyan ji alîyê welatên Rojavayî ve.
Tirkîyê, ku sînorên wê yên li nav Deryaya Reş ligel Ukrayna û Rûsyayê hene, dibêje ew li dijî toleyan e, lê dîyar kiriye ku biryara Rûsyayê nayê qebûl kirin.
Wexteke zûtir vê mehê, şeş keştîyên şer û keştîyeke binavî yên Rûs bi rîya tengavên Dardanel (Çanakkale) û Bosfor (Bogaz) derbazî nav Deryaya Reş bûn. Moskow got ku ew gava li nêzîk avên herêmî yên Ukraynayê jibo hîndarîya leşkerî bû.
Balyozê Ukraynayê li Tirkîyê dîyar kir ku hebûna van keştîyên Rûs jibo Kîevê metirsîyeke mezin tîne holê.
“Em bawer dikin, eger dagîrkirineke leşkerî ya berfireh çê bû an jî çalakîyên leşkerî li dijî Ukraynayê destpê kir, anku dema ku şer ne tenê de fakto be lê bibe rastî, wê çaxê emê ji hikûmeta Tirkîyê bixwazin ku egera girtina tengavên Deryaya Reş li ber dewleta dijmin bide ber çavan,” dîplomatê Ukraynî got.
Li gor Peymana Montro (Montreux) ya sala 1936’ê, Dardanel û Bosfor – ku Deryaya Reş bi ya Sipî ve girê didin – li jêr kontrola Tirkîye ne. Ew rêkeftin desthilatê dide Enqerê ku tranzîta keştîyên şer kontrol bike û tengavan li pêş keştîyên şer yên biyanî li dema şer bigire.
Hêjayî gotinê ye ku peywendîyên Tirkîyê hem bi Ukraynayê re hem jî bi Rûsyayê re baş in. Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê eşkere kir ku Tirkîyê wan peywendîyan ji dest nade û ewê hinek gavan bavêje da ku piştrast bike ew peywendî wek xwe bimînin.
Li heman dema ku hevkarîyeke nêzîk ligel Rûsya di warê berevanî û enerjîyê de ava dike, Tirkîyê herwiha dronên pêşketî firotîye Ukraynayê û peymanek ligel Kîevê îmze kiriye ku bihevre dronên bêtir çê bikin. Ev jî bûye sedema nerazîbûna Moskowê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tirkîyê li dijî sîyasetên Rûsya li Sûrîyê û Lîbyayê ye. Ew herwiha li dijî dagîrkirina Nîvgirava Qirimê sala 2014’an derket û wisa jî pênasîna Rûsya bi du herêmên Gurcistanê sala 2008’an.