Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê ragihand ku ew nikarin dest ji peywendîyên xwe yên bi Rûsya yan Ukraynayê berdin.
Erdogan hewildanên dîplomatîk yên welatên Rojava yên bi Moskowê re rexne kir ku ne pir serneketî ne.
Wî pêşnîyara xwe ya bo navbeynkarîya Rûsya û Ukraynayê dubare kir û got ku Tirkîye endamê NATO ye.
Erdogan dîyar kir ku peywendîyên Tirkîyê bi her du welatan re jî baş in û ewê gavên xwe bi awayekî baldar bavêjin ku zararê nede peywendîyên wna yên bi her du alîyan.
Erdogan di vegera xwe ya ji serdana Afrîqa de ji rojnamevanan re got ku hem bi Rûsyayê re û hem jî bi Ukraynayê re peywendîyên wan yên aborî, leşkerî û aborî hene.
"Ne pêkan e ku em dest ji van welatan yan yek ji wan berdin. Armanca me ew e ku em gaveke wiha bavêjin ku bi destûra Xwedê, bêyî ku em dest ji yekê jî berdin, vê yekê çareser bikin."
Erdogan bang li Ukrayna û Rûsyayê kir ku jinûve dest bi danûstandinan bikin û ji NATOyê jî xwest ku piştî hilcivîna îro helwesta xwe dîyar bike.
Naskirina Rûsyayê ya du herêmên cudaxwaz yên li rojhilata Ukraynayê vê hefteyê bû sedema bertekên tund û toleyên hêzên Rojavayî.
Tirkîye, ku di Deryaya Reş de hem bi Ukrayna û hem jî bi Rûsyayê re hevsînor e, di prensîbê de dijî toleyan e, lê wê ragihandin ku biryara Rûsyayê ya naskirina wan du herêmên Ukraynî nayê pejirandin.