Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Daxwaza Ronîkirina Peywendîya Tirkîyê bi Êrîşa Hesekê Dike


Parlamentera HDP’ê ya Batmanê Feleknas Uca, êrîşa DAIŞ’ê li ser girtîgeha Heseke û operasyona esmanî ya Tirkîye li ser konvoya HSD’ê anî rojeva parlamena Tirkîyê.

Uca xwest ku pewyendîya Tirkîye bi van êrîşan were ronî kirin.

Feleknaz Uca
Feleknaz Uca

Uca bi bîr xist ku di 20’ê Çileyê de ji pirtir ji 200 endamên DAIŞ’ê êrîşî girtîgeha Gewêran ya bajarê Hesekê kir ku ji çar hezarî zêdetir endamên DAIŞ’ê li wir girtî ne.

''Xuya ye ev êrîşek rêxistinkirî ye. Êrîşkar ji Serênakîyê derbaz bûne ku ev bajar di bin kontrolaTirkîyê de ye. 'Li gor nûçeyan di deste êrîşkaran de çeken artêşa Tirk û NATO’yê hebûne. Piştî çar salan DAIŞ’ê êrîşeke mezin pêk anî û jibo ewlehîya heremê ronîkirina aktoren pişt vê êrîşê pir girîng e.''

Parlamentera HDP’ê dîyar kir DAIŞ hebûna xwe di nav rêxistinên cuda da didomîne û ev xeterî li heremên İdlib, Efrîn, Şehba, Serêkanîyê zêde ye ku ev hemî di bin kontrola Tirkîyê de ne.

''Gelek endamên DAIŞ’ê di nav artêşa Azad ya Sûrîye cîh digirin û hin ji wan di bin kontrola Tirkîyê de şandine Lîbyayê jî. Endamên DAIŞ’ê yên ku li Heseke teslîm bûne, gotiye ku ew ji Enqerê tev li rêxistinê bûne. Roja ku DAIŞ’ê dest bi êrîşa Heseke kir, firokên Artêşa Tirkîye êrîşê ser konvoya HSD’ê kir. Ev jî gumanên heyî zêde dike ku erîşa esmanî jibo piştgirîya DAIŞ’ê hatiye kirin û AKP piştigirîya êrîşê dike.''

Parlamentera Kurd xwest ku parlamentoya Tirkîye van îdiayan ronî bike.

KFH_02_02_2022_Uca_Rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG