Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje Tirkiyê dê rê nede “Korîdoreka Terorîst” ji aliyê mîlîtanên Kurd ve li bakurê Sûriyê ku hewil didin rojhilata Sûriyê bi derya Sipî ve girê din li aliyê bakurê rojava.
Ev axaftin tê di demekê de hêzên Tirkiyê derbasî parêzgeha Idlibê bûn di çarçoweya rêkeftina navçeyên aram de ku li gel Rûsya û Îranê demekê berê erê kiribû.
Rêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor Kadar Pîrê, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka li dor pilana Kurdan a ku Tirkiyê behsa wê dike, got:
“Ev pilan, eger pêk bê, dê bibe dergehek ji bo Rojava û bakurê Sûriyê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovahî.”
Pîrê ku li Frensa dimîne got derbasbûna hêzên Tirkiyê bo bakurê Sûriyê ew ji bo dorpêçkirina bajarê Efrînê ye.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke