Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Soylu Dibêje Amerîka Li Pişta PKK û PYDê Ye


Suleyman Soylu
Suleyman Soylu

Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkîye Suleyman Soylu di vegera Pakîstanê de hate Amedê û beşdarê rêweresma salvegera destpêka Çalakiya Dayikên Malbatên li Pêş HDPê bû.

Malbatên ku zarokên wan tevlê PKKê bûne, beriya çar salan li pêş avahiya HDPê dest bi çalakiya rûniştinê kir û konek vekir li pêş HDPê. Ew îddia dikin HDPê, zarokê wan revand û gihand PKKê.

Heta neha 304 malbat beşdarê vê çalakiyê bûn û zarokên 37 malbatan vegeriyan û teslîm bûn.

Wezîrê Karên Navxwe di gotara xwe Amerikayê jî û HDPê jî kir hedef.

Wî got patenta PYD û PKK deste Amerîkayê da ye û herdû rêxistin xulamê vê dewletê ne.

''Ger ne Amerîka be, îro ne PKK ne jî PYD hebûn, patenta herdû rêxistinên terorê, destê Amerika da ye, ew xulamê vê dewletê ne.’’

Soylu îddiayê xwe domand:

‘’Di nav sê salan da senotoya Amerikayê, 2 milyar dolar alîkarîya diravî kiriye bi rêya fermî. Partîya sîyasî ya HDP jî digel PKKê xulamê Amerîka ne.’’

‘’Ger Amerîka ewlehîya PKKê û PYDê neke, ew nikarin li rojhetala navîn bihusetk jî bipêş bikevin, gavek bavêjin, nikarin di şikeftek de bihewin.”

Suleyman Soylu di dewamiya gotara xwe de behsa rol û erk û hêza Serokomarê Tirkiye kir.

Suleyman Soylu destnîşan kir, pêdiviya Tirkiye, bi Amerikayê, nîne. Herwiha pêdiviya wan bi, ji Ewrupaya ku ji bawerî û çanda wan jî hay nîne, tuneye.

Hêjayî gotinê ye ku Suleyman Soylu li vir behsa desteserkirina parlamentera HDPê Semra Guzel nekir.

Lê şeva înê li ser twîtera xwe bi peyamek ragihand ku Guzel bi nasnameyek sexte li sînorê Edirne dema xwestiye bireve Bulgaristanê bi du kesan re hatiye desteserkirin.

Soylu peyama xwe jibo serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu nivîsandibû:

“Birêz Kiliçdaroglu xeberek me heye ji te re, me bi çemika situyê Semra Guzel a HDPKKî hate girt. Guzel bi pasaportek sexte, bi qaçaxçiyek awareyan, herwiha bi kesek ku propagandaya terore kiriye, bi operasyonek şirîk ya MİTê û Emnîyeta Tirkiyê lidarxistibû, hate girtin.’’

HDP li dijî peyama Soylu û şêwaza girtina Semra Guzel daxuyaniyek:

“Desteserkirina parlamentera me ne meşru ye, ew bi awayek bê ehlaq hate desteserkirin. Ev operasyon jî bi zimanek qirêt û biçûkxistî, jibo propgandayê ye. Ku nişan dide ku hikumeta desthilat di nav acizîyetek mezin da ye. Desteserkirina Guzel ya bi vê şêwazê, dewamiya derbeya AKPê ye ku li dijî îrada gel daye destpêkirin.”

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:35 0:00

XS
SM
MD
LG