Hejmara bajarê Ruhayê (Şanlıurfa) digel navçeyan ji 2 milyonan zêdetir e. Tenê li Ruhayê 500 hezarî zêdetir pebanerên Surîye hene.
Parlamenterê HDPê yê Ruhayê Omer Ocalan, dibêje rûniştvanên Ruhayê goh nadin hişyarîyan û mirovên betal zêdetir li derve ne ji mirovên ku mecbûr in jibo kar derkevin derve.
Birêz Ocalan dide xuyakirin ne li Tirkiye ne jî li Ruhayê zelalîyek heye ku kes hay ji rewşa rastîn nîne û doktor bixwe jî nikarin agahîyên rast û dirûst bistînin.
"Xetereyek mezin heye li hemî bajarê Kurdistanê û seranserê Tirkiye, jiber ku ne dewlet ne gel vê rewşê cidî digre" got Omer Ocalan.
Ew dibêje Tirkiye li hember rewşa virusa Korona weke rejîmek girtî helwest nîlan dide.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin