Roja şemiyê li ser rêya Entab û Nîzbê, li başurê Rojhelatê Tirkiye, di qezayek ku otobês û itfaîye û ambulansek de 16 kes mirin.
Roja Şemiyê danê sibê, li ser rêya Nizîb û Entabê, otomobîlek di kaşek de gêrdibe. Ambulans û îtfaîye bi hewara wan diçin.
Wesayîta Weşana Zindî ya Ajansa nûçeyan ya îhlasê (İHA) jî, dema jibo nûçeyek diçe Ruhayê rastê qezayê tên û disekinin, dixwazin alîkarî bikin.
Lê di kêlîya rizgarkirina birîndarên otomobîlê, otobêsa kompaniyek Diyarbekirê, 200 mîtro pêş ciyê qezayê jiber li ser rê mazot rijandî bûye, dişemite û şofêr kontorla dîreksyonê wunda dike û diqelibe û li ser rê bi ser wesayîtên ambulans û îtfaîye û rojnamvevanan dikişkişe .
Di qezaya bobelat da 4 xebatkarên tîmên agirvemirandinê, 2 xebatlarên saxlemiyê, 2 rojnamevan jî di nav de tevî rêwî û şoforên otobêsê 16 welatî mirin. Hate destnîşankirin, otobês ya kompaniyek nû ye û navê wê 'Ozel Diyarbakir' e.
Ji kompaniyê xebatkarek ji Dengê Amerîkayê re axivî. Wî da zanîn otobês doh ji Stembolê birêketibû ber bi Diyarbekirê. Wî got şofêrê wan navê wî Weysî Ozkaçar e ye û şofêrek xwedan tecrube ye.
Herwiha daxuyakirin pişti qezaya otomobîlê li ser rê tevdîr nehatine girtin, gelek mazot li ser rê rijîyaye û şofêr heta qezayê firq kiriye, kontrola diroksyonê wunda kiriye û qelibiye, bi ser hemi wesayitan kişkişîye heta ku sekinîye.
Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag da zanîn jiber îdayên îhmala tevdîran dest bi lêpirsînê kirine.