Di çarçoveya hefteya mafê mirovan de Komela Mafê Mirovan, Weqfa Mafê Mirovan û Baroya Diyarbekirê jibo başkirina şertên girtigehan û bidawikirina binpêkirina mafê girtiyan, li pêş girtigeha Tipa D ya Diyarbekirê daxuyanî dan.
Hefta borî du girtîyên Kurd ên nexweş Halîl Guneş û Abdurrezak Şuyur, li girtigehan mirin.
Rêvebira Berê Ya Partiya Heremên Demokratik (DBP) Garibe Gezer jî jibo bale bikşine ser "rewşa xerab ya girtigehan herwiha kiryarên xerab li ser wê" di 9ê mehê de li girtîgeha Kandirayê jîyana xwe bidawî kir.
Di daxuyanîya hevpar de hate destnîşankirin qawişên pir qelebalix, dereng birina bo kontrola doktoran, bi birina kelepçe, xwarina xerab, serma, ritûbet, şertên ne hijyen pirsgirêkên fiziki yên hemî girtîgehan in.
Li gorî daxuyaniyê li seranserê Tirkiye 1604 girtîyên nexweş hene ku rewşa 605 kesan giran e nikarin bi sere xwe pêdiviyên rojane bicî bînin.
Di nav deh salan de jî 682 girtîyên nexweş li girtîgehan mirin.
Li Tirkiyê 743 zarokên biçûk bi dayikên xwe re li girtîgehan in. Hejmara zarokên girtî jî ji 3 hezarî dibihure.
HDP jî herî dawî jibo parlamentera berê Aysel Tugluk banga serbestberdanê kirin ku ew jî li girtigehê bi nexweşina bîrê, bi Demansê ketîye