Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerên Rêxisitnên Sivîl Piştgirîyê Didin Pêvajoya Nû Li Tirkîyê


Ji Platforma Parastin û Piştgirî ya Amedê, heft nûner, jibo dexwaza dewamîya pêvajoya nû çûn Enqerê û serdana rêveberên partîyên sîyasî kirin.

Şande, çavderîyên xwe yên sê rojan bi preskonferansek parve kirin.

Şanda platformê di serdana Enqerê de, serdana Serokên Giştî yên partîyên Deva, Saadet, Gelecek, CHP û DEM'ê kirine. Herwiha ji Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi Cîgirê Serokê AKP Efkan Ala re civîyane.

“Jibo silametîya vê pêvajoyê, ji nûnerê partîya desthilat hate xwestin ku dest ji kiryarên ku wê ziyanê bide pêvajoyê berdin,”’ Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç got.

Pêşnîyarên Pêvajoyê

Daxuyanîya şandeya platformê li Baroya Amedê derket. Ji Komela Jinên Karsaz, Ozlem Kulahçi Tanaman daxuyanî xwend.

“Jibo pêvajo bi aşitîyek mayînde bi encam bibe, hêvî û bendewarîyê gelê herêmê hate ragihandin. Hemî partîyên ku em bi wan re rûniştin, bi çavek erênî li pêvajoyê dinerin,” Daxuyanîyê got.

Platformê çend pêşnîyar kirin, di nav de jî ku “Divê yasaya ku qayûman were betalkirin, dawî li desteserkirin û girtinên ku siyaseta demokratîk asteng dike, were, û astengîyên li pêş perwerdehîya bi zimanê dayikê werin rakirin û bi yasayan were parastin.”

Tanaman got “Jibo serkeftina pêvajoyê divê alîyên vê pêvajoyê bawerî bi hev bînin. Jibo bihêzkirina aşitîyê divê hikûmet gavên pêwîst bavêje. Jibo ku aştî di nav civakê de bê qebûlkirin pêdivî bi bingeheke hiqûqî jî heye.”

Endamên Şandê bi hêvî ve

Seroka Sendîkaya Kedkarên Saxşemîyê Yildiz Ok Orak û Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç, di roportaja taybet de jibo Dengê Amerîka hizrên xwe parvekirin.

Ok da zanîn ji CHP’ê heta Gelece Partî hemî bi erênî li vê pêvajoyê dinerin lê bi tedbîr nêz dibin.

“Hemîyan jî got ewê piştgirîyê bidin. Ji partîya desthilat bi taybet hebûna Efkan Ala girîng e jiber ku ew di pêvajoya berê de jî çalak bû û sedemên têkçûnê baştir dizane. Wî herdû pêvajo dan ber hev û got,” Ev car cuda ye. jiber ku berê partîya MHP û opozîsyon li dijî derdiketin. Lê avantaja mezin ew e kes naxwaze bibe asteng. Yanî ew jî bi hêvî ne. Em jî bi wê hêvîyê vegerîyan,”Yildiz Ok Orak got.

Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç jî got “Hêvîya me qut nebû. Ew bêhtir xurt bû.”

Wî destnîşan kir êdî dewlet jî dizane pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazê leşkerî nema çareser bibe.

“Dema partîyên sîyasî li gorî berjewendîyên xwe tevbigerin, pirsgirêkên hemî civakî kurtir dibe. Pir tiştek başe ku hemî gel di bin sîwana demokrasîyê de mafê xwe bidest bixin,” Wî got.

XS
SM
MD
LG