Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vahit Aba Behsa Nakokîyên di Nava CHPê de Dike


Piştî şikestina opozisyona Tirkiyê di hilbijartên seroktiya welêt de û bi taybetî Partiya Gel ya Komarî(CHP), desteya wê ya rêvebir dest ji kar kişand,di demekê de ku daxwazên guhertinê di nava partiyê dibin. Lê ta niha serokê wê Kemal Kiliçdaroglu red dike ku dest ji kar bikişîne.

CHP, kevintrîn partiya Tirkiyê ye ku ji aliyê serokê yekem yê Tirkiyaya modern Mistefa Kemal Ataturk ve di 1923an hatibû damezrandin.

Cîgirê serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Vahit Aba, di hevpeyvînekê de li gel dengê Amerîka ronî da ser çarenûsa CHPê û guhertinln ku tê de tên daxwazkirin.

Aba dibêje, piştî şikestina CHP û opozisyonê, niha netewperestên di nav CHPê de “serî rakirine, rêveberiya wê dest ji kar kişandiye û dibêjin divê Kiliçdaroglu dest ji kar bikşîne.”

Aba ku li Amedê dimîne, bal kişand ser axaftinên Kiliçdaroglu yên dema hilbijartinan ku tê de xwe nêzîkî Kurdan nîşan dida.

Wî got, “Her çendî HDPê (Partiya Demokratîk a Gelan) ne di nava Itîfaqa Millet de bû jî, CHP xwe nêzîkî Kurdan nîşan da û Kemal Kiliçdaroglu di gotarên xwe got emê pirsa Kurd di parlemanê de çareser bikin… Vê yekê jî hin kesên nijadperest yên di nav CHPê de aciz kirin. Heta ku tê gotin gelekan ji wan di hilbijartinan de dengên xwe nedan Kiliçdaroglu.”

Di dirêjiya axaftinên xwe de, rêzdar Aba behsa Ekrem Îmamoglu, serokê şaredariya Stenbolê û Ozgur Ozel, serokê baska parlemanê ya CHPê kir, wek du navên alternatîv yên Kiliçdaroglu, lê got ta niha hîn tiştekî berbiçav nîne.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng vekin:

Hevpeyvîna ligel Vahit Aba
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:32 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG