Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên Tirkiyê De Opozisyon Pêşengiyekê Nîşan Dide


Namzedê opozisyonê yê seroktiya Tirkiyê roja Yekşemê got "em li pêş in" di encamên destpêkê yên hilbijartinan de, ku tê de desthilatdariya 20 salî ya serok Recep Tayyîp Erdogan li ser xetê bû, di heman demê de çavkaniyên opozisyonê zêdetir ji sedî yek pêşengiyê didin wî.

Kemal Kiliçdaroglu yê ji rêkeftina opozisyonê ya şeş partiyan li ser Twitterê got: "Em pêşengiyê dikin."

Ji aliyekî din ve, çar çavkaniyên ji hevpeymaniya opozisyonê ya şeş partiyan ji Reutersê re ragihandin ku Kiliçdaroglu li gorî encamên destpêkê bi ciyawaziyeke hindik pêşengiya Erdogan dike. Li gorî jimareke ku hatiye dayîn, Kiliçdaroglû ji sedî yek pêşengiyê dike.

Şaredarên opozisyonê yên Stenbol û Enqereyê jî gotin ku Kiliçdaroglu li gorî jimartina nêzî çaryeka sindoqan li ser riya serkeftinê ye. Wan hişyarî da ku kesek xwe nespêre encamên ajansa Anadolu ya dewletê ku pêşbîniya pêşengiyê da Erdogan.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, kesayetiya opozisyonê yê dê bibe cîgirê serokomar eger alîgirê wî bi ser bikeve, wiha got: "Em dikarin bi rihetî vê yekê bibêjin: Birêz Kiliçdaroglu dê îro wekî 13emîn serokomarê welatê me were ragihandin."

Beriya niha, berdevkê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Kiliçdaroglu Faîk Oztrak gotibû, ew wêneyekî erênî dibînin tevî ku Anadolu nîşan dabû ku Erdogan li gorî encamên destpêkê ji sedî 52 li beramber 41 li pêş e.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG