Proseya dengdanê îro li Tirkiyê berdewam e û tê çaverêkirin ku di van hilbijartinan de biryar li ser siberoja serok Recep Tayyip Erdogan were dayîn.
Di vê rêbernameya jêrîn de, hin agahî li dor hilbijartinan, namzedên serokatiyê, mijarên sereke û hevbendiyên ku ji bo desthilatdariyê hevrikiyê dikin hene:
Hilbijartin
Tirkiyê dê ji bo heyama 5 salan hem serokkomar û hem jî parlementoyê hilbijêre.
Ji bo ku di gera yekem de serokatiyê bi dest bixe, divê berendamek ji 50% zêdetir dengan bidest bixe. Ger ti berbijêr vê yekê bi dest nexe, wê di 28ê Gulanê de di navbera her du namzedên sereke yên ku Erdogan û serokê opozisyonê Kemal Kiliçdaroglu de ye, pêşbirka duyemîn bê kirin.
Referandûma sala 2017an bi tengavî biryara Erdogan ya ji bo berfirehkirina desthilatên serokatiyê û jinavbirina posta serokwezîriyê pesend kir.
Erdogan wek serokomar di warê aborî, ewlekarî, navxwe û navneteweyî de siyaseta Tirkiyê datîne.
Hilbijêr dê her wiha 600 endamên meclîsê yên ku li gorî lîsteya partiyê li 87 herêman hatine hilbijartin, hilbijêrin.
Rapirsî
Zêdetirî 64 mîlyon Tirk dikarin li nêzî 192,000 sindoqan dengê xwe bidin, ji wan zêdetirî 6 mîlyon kes cara yekê deng didin. Li derveyî welat 3,4 mîlyon hilbijêr hene, ku 9ê Gulanê dengdan li wir bidawî hat.
Sindoq 14ê Gulanê demjimêr 8ê sibehê vebûn û 5 êvarê tên girtin.
Rêjeya beşdarbûna hilbijartinên Tirkiyê bi giştî zêde ye. Di sala 2018 de, nêzîkî 87% ji dengdêrên bijartî dengên xwe bikar anîn. Di roja hilbijartinê de firotina alkolê qedexe ye.
Encam
Li gorî qanûna hilbijartinê, nûçe, pêşbînî û şîroveyên derbarê dengdanê de heta demjimêr 6ê êvarê qedexe ne.
Medya tenê ji demjimêr 9ê êvarê li ser encamên hilbijartinan azad e ku dê ji seranserê Tirkiyê belav bibe. Rayedarên hilbijartinê dibe ku rê bidin medyayê ku berê li ser encaman ragihînin.
Di derengiya roja Yekşemê de dibe ku nîşanek eşkere ya encamên hilbijartina serokatiyê hebe.
Kandîd:
Serok Tayyip Erdogan
Zêdetirî 20 sal piştî ku Erdogan û AK Partîya wî (AKP) hatin ser desthilatê, ew hêvî dike ku emrê xwe wek desthilatdarê herî dirêj ê Tirkîyê yê nûjen dirêj bike. Di gera yekem a sala 2018 de bi %52,6 dengan bi ser ket.
Rapirsî niha piştgirîyê bi qasî 44 ta 45% nîşan didin.
Kemal Kiliçdaroglu
Kiliçdaroglu namzedê serokomariyê yê hevbendiya sereke ya opozîsyona şeş partiyan e. Ew serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) ye, ku ji aliyê Mustafa Kemal Ataturk - damezrînerê Tirkiyeya nûjen ve hatiye damezrandin. Rapirsî nîşan didin ku piştgirîya wî nêzî sînorê pêwîst yê 50% e.
Sinan Ogan
Ogan parlamenterê berê yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) bû, ku hevalbendê AK Partiyê yê Erdogan e. Rapirsî niha nîşan didin ku ew pir paşde maye.
Muharrem Înce
Înce roja Pêncşemê ragihandibû ku ew xwe ji berbijarîya serokomarîyê vedikişîne, lê navê wî li ser pelan maye û xelk hîn jî dikarin dengê xwe bidin wî.
Hevpeyvanên Siyasî
Li Tirkiyê gelek partiyên siyasî hene ku di nav çend tifaqên hilbijartinê de bûne yek.
Yên sereke ev in:
Rêkeftina Gel
Rêkeftina Gel beriya hilbijartinên 2018an ji aliyê AKPê û MHPê yên Erdogan ve hat avakirin û hem dengên Serokkomariyê hem jî yên parlementoyê bi dest xistin.
Ji wê demê ve Partiya Refahê ya Nû ya Fatîh Erbakan, kurê şêwirmendê Erdogan Necmedîn Erbakan û Partiya Yekîtiya Mezin a rastgir jî tevlî wê bû.
Rekeftina Netew
Bloka opozisyonê ya sereke, hevbendiya Netewe, piştgirî dide Kiliçdaroglu ji bo serokkomariyê. Beriya hilbijartinên 2018an hat avakirin, di destpêkê de CHP, Partiya IYI ya rastgir a navendî, Partiya Saaded û Partiya Demokrat (DP) pêk dihat.
Di hilbijartinên şaredariyan ên sala 2019an de namzetên şaredariyên AKPê yên Enqere û Stenbolê têk bir.
Du partiyên ku ji aliyê hevalbendên berê yên Erdogan ve hatibûn damezrandin piştre tevlî bûn: Partiya Deva ku ji aliyê Alî Babacan ve hatibû avakirin û Partiya Pêşerojê ya Ahmet Davutoglu, serokwezîrê berê.
Rêkeftina Ked Û Azadî
Ev rêkeftin ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya alîgirê Kurdan ve tê birêvebirin.
HDP namzedê serokomariyê dernakeve û piştgirî da Kiliçdaroglu.
Hevkariya HDPê ya bi opozisyonê re di hilbijartinên herêmî yên 2019an de bû sedem ku AKP li bajarên mezin têk biçe.
Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) piştî erdhejên 6ê Sibatê, piştî ku bû opozisyoneke bi nav û deng tevlî rêkeftinê bû.
Di nav rêkeftinê de Partiya Çep ya Kesk (YSP) jî cih digire, ku di bin banê wê de namzetên HDPê hene.
Pêşbazî Li Ser Çiye?
Dengdan dê ne tenê biryarê bide ka kî serkêşiya Tirkiyê, endama NATO ya 85 milyonî ye, lê her weha dê biryarê bide ka ew çawa tê rêvebirin, aboriya wê di nav qeyranek giran a lêçûnên jiyanê de ber bi ku ve diçe, û şêwaza siyaseta wê ya derve.
Rexnegirên Erdogan dibêjin ku hikûmeta wî opozisyon pûç kiriye, maf ji holê rakiriye û sîstema dadweriyê xistiye bin serweriya xwe, ev sûc ji aliyê hikûmetê ve tên redkirin.
Aboriya Tirkiyê jî di balê de ye. Aborînas dibêjin ku bangên Erdogan yên ji bo faîzên nizm bû sedem ku helawsan sala borî ji sedî 85 zêde bibe û nirxê lîreyê jî dakeve.
Çavkanî: Reuters