Li Amedê bi pêşengîya Navenda Xebatên Kurdî, Komxebata ‘’Kurdish Baromter’’ hate lidarxistin, bi armanca komkirina daneyên derbarê Kurdan.
Bernama danasîna projeya yekê ya barometre li Amedê, li Otela Demirê bû û bi dehan nûnerên rêxistinên sivîl, akademisyen, sîyasetvan, û rojnamevan beşdar bûn.
Koordînatorê Navenda Xebatên Kurdî Reha Ruhavîoglu encama lêkolîna ku salekê dewam kirîye, peşkeş kir.
Wî da zanîn ku Barometera Kurdî dê li ser ziman, nasname, hestên li ser pratîkên cihêkarî, zimanê dayikê, pirsgirêka Kurd û daxwazên Kurdan, siyaset, kultura populer ya derbarê civaka Kurdan lêkolînan dike û zanyarîyan tomar dike.
Ruhavîoglu ji Dengê Amerîka re got ''Li gelek welatan jibo her netewan dane hene lê jibo Kurdan nîne. Em dixwazin du, sê salan carekê li çar parçeyên Kurdistanê van lêkolînan bikin, nêrîn, hêvî, nêzikatî û ciyawazîya wan çiye û civak ber bi kuderê ve diguhere, tespît bikin. Ev xebat dê bibe rehberek jibo akademî, sîyaset û lêkolînan da ku Kurd baş bên naskirin.''
Lêkolîn pêşî li 20 bajaran bi 1492 Kurdan re hatine kirin û di encama lêkolînê de:
Li ser pirsa ‘’Kurdbûn tiştekî çawa ye?’’ bersiva piranîya beşdaran weha bûye:
“Kurdbûn qebûlkirina nasnameya Kurdî ye. Ji sedî 67’ê beşdaran xwe weke “Kurd” dane naskirin, nasnama xwe wuha pênase dikin. Ji sedî 31’ê Kurdan xwe ‘Netewperwer’ dibînin.”
"Di nav Kurdên ilmanî da qebûlkirina nasnama Kurdî ji ya oldaran bêhtir e. Malbat çiqas mezin be, xwedîderketina nasnama Kurdîyê zêdetir e. Ji sedî 61’ê wan dibêjin ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermi. Ji sedî 44’ê wan dibêjin bila perwerdehîya Kurdî hebe.”
Piranîya beşdaran sedemên bingehîn ya pirsgirêka Kurd jî weha nîşan dane:
“Nenaskirina nasnama Kurdî, zextên li ser ziman û nasname, siyaset û miameleya dewletê ya cihêkar, û tunebûna wekhevî, azadî û edaletê.”
“Ji sedî 60ê Kurdan anîne ziman ku jibo ew Kurd in, ew rastê pratîkên cihêkarî, zextên mezin hatine. Ji sedî 32’ê wan jiber pirsgirêka Kurd rastî ziyan û dubendiyê hatine. Ji nîvê wan zêdetir gotine ‘’Tirkiyê jibo jiyanê ne welatek baş e'' û ji siberoja vî welatî bêhêvî ne. Ji sedî 44’ê wan gotine pêşketin an geşedanên li başûr û rojava jî ne di rojeva wan da ne.”
Li gorî lêkolînê, rêberên sîyasî yên ku herî zêde tê hezkirin Selahattîn Demirtaş e. Ekrem îmamoglu û Mansur Yavaş jî piştî Demirtaş tên. Televizyona herî zede tê temaşekirin ‘FOX TV’’ ye. Ji sedî 88’ê Kurdan înternetê bikartînin. Herî zede bala wan li ser ‘’Tiktok’ê ye. Beşdar herî zêde li hunermend Şivan Perwer, Ahmet Kaya, Ciwan Haco, Mem Ararat û Aynur Dogan gohdarî dikin.”
Lêkolîn nîşan dide ku Kurd bi giştî ji siyasetê dûr ketine û siyaset bala wan nakşîne.