Partîya Çep ya Kesk (YPS) nav û hevserokên xwe guhertin û êdî bi navê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) dê di nav sîyaseta Tirkiyê de cî bigre. Ev nav dişibe navên partiyên pêşeng ên HDPê, ku di salên 90’î de hatin girtin, weke HEP, DEP, HADEP’ê.
Di Kongrê da hate îfadekirin guhertina navê li ser dexwaza gel e lê gelo ev guhertin dê bandora xwe li ser sîyaseta partiye bike an na?
Mehmet Emîn Aktar, namzedê YSPê yê rêza 9’an yê Amedê bû. Aktar Serokê bere yê Baroya Amedê ye. Di heman deme de evûqatê Selahattîn Demirtaş, Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Selçuk Mizraklî ye.
Di dema prosa hilbijartinê da hêvî hebû ku Aktar jî were hilbjartin, lê nebû. Encama hilbijartinê jibo YPS’ê weke têkçûn hate nirxandin.
Piştî hilbijartinê, Mehmet Emîn Aktar demek dirêj bêdeng bû lê derbarê guhertinên di HDP’ê de, herwisa li ser sedemên encama hilbijartinê hizrên xwe jibo Dengê Amerîka parve kirin.
Jibo encama hilbjartinê rexneyên wî li HDPê hene û dibêje ‘’Tu sîyaseteka rast nedî pêşîya xwe dê xelk te ceza bike.’’
Wî anî ziman piştgirîya gel ya jibo partîyê ne jibo berjewendîyên kesayetî ne.
‘'Jibo ku dibêjin ew Kurd in, ev partî jî ya Kurdan e, jibo wê deng didin vê partîyê. Lê gava tu ji gel dûr bikevî, xeta te winda bibe, gel dê bêje tu firqa te ji partîyên din nemaye, ezê çima deng bidim te.’’
Bi bawerîya wî piştgirtina Kemal Kilidaroglu bandoreke neyênî çêkirîye.
‘’Ku tu bêjî ez bê şert piştigirî didim endamê muxalefetê Kemal Kilidaroglu, wê deme gel dê bipirse we doh çi digot û hun îro çi dibêjin.’’
Wî rexne li şêweyê dîyarkirina namzedan jî kir ku namzed li navendê hatine dîyarkirin û ev şêwaz li gel hatiye ferzkirin.
Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya hevpeyvînê fayla deng veke