Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê 172 Rêxistin Banga Çareserîya Pirsa Kurd û Azadîya Ocalan Dikin


Li Amedê 172 rêxitinên sivîl, partî, komele û tevgerên Kurd li Demir Otelê, bi sernavê ''Ji Niha ve Ber bi Dahatûyê ve Banga Azadîyê'' daxuyanîyek dan û jibo azadîya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareserîya pirsa Kurd bangewazî kirin.

Hevserokê Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Berdevka tevgera Jina Azad Ruken Zeryam daxuyanî xwendin.

Hate destnîşankirin ku “li bingeha pirsgirêkên civakî, şer û qirkirina xwezayê de, feraseta dewletê û polîtîkayên înkarê ya gelan, baweriyan, çandan û nasnameyan heye. Dewlet hewl dide ku bi vê ferasetê şer û pevçûnan kurtir bike û bi vê rêyê dixwaze ku hemû berhevkirinê civakî werin tasfiyekirin û têkbirin.”

Şerê Ukrayna û rewşa Rojhelata Navîn jî bi bîr xistin û anîn ziman ku “gelê Kurd ,ligel hemû destkeftiyên xwe, bi tehdîdên giran re rû bu rû ye.”

‘’Her wiha sîstema kapîtalîst çav berdaye hemû erdnîgariyên ku gelên cûda lê dijîn. Ev gel ji dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd bêpar tên hîştin û ji axa xwe tên koçberkirin.’’

Daxuyanîyê da hate îdiakirin Neteweyên Yekbûyî berpirsîyarîya xwe bicî nayine.

Herwisa hate gotin ku "li cîhanê jî serokdewlet an sîyasetmedarek nîne ku bi hêz û îradeya xwe van pirsgirêkên pergalî çareser bike."

Daxuyaniyê got ku “rêberê PKK’ê Ocalan dixwaze di kesayeta Kurdan de çareseriyê di asta gerdûnî de bike xizmeta gelên cîhanê, lê ev dexwaz bê bersiv hatîye hîştin.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got, ‘’Tiştê bibe çare hevdû qebûlkirin û hurmet e, jîyanek wek hev û azad e ku ev were qebûlkirin serkeftin û aramîyek jibo Kurdan jî jibo hemû gelan re jî were. Ev hemî di îdyolojîya birêz Ocalan da heye. Jibo rol û mîsyona xwe bicî bîne divê tecrîda li ser wî rabe û azad bibe.’’

Hevseroka Partîya Heremên Demokratîk Salîha Aydeniz jî dema pêvajoya çareserîyê bibîr xist û destnîşan kir ku di wan çend salan da hêvîya aşitîyê li hemî Tirkîye mezin bû.

Wê got, ''Rewşa Tirkiyê wê demê pir baş bû lê piştî 2015’an di hêla sîyasî, civakî, û aborî de krîzek pir mezin heye.’’

Tirkîye PKK’ê weke rêxistineke terorîst dibîne û rêberê vê rêxitinê Abdullah Ocalan jî di heman çarçovê da dinirxîne.

XS
SM
MD
LG