Hewldana ‘Dibistana Marksîst’, di 14-15’ê Cotmehê da bi navê ‘Rojên Markîsîst li Amedê’’ rêzepanelan lidardixe.
Îhsan Çolemergî, Şerefxan Cizîrî, Samî Hezîl, Dîlawer Zeraq, Hîwa Mihemed, Sevgan Ertîşî, Erdogan Aydîn, Alî Kalçik jî di nav da 22 nivîskar û lêkolîner, sîyasetvan, akademîsyen bi gotarên cuda beşdarê bernamê bûn.
Di çalakiyên du rojan de, pirsgirêkên ziman, netewe, mafê çarenivîsa Kurdan, pirsgirêkên yekitîyê, nasnamê, dîrok û pêşeroja civaka Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
Ji Partîya Komunîsta Kurdîstanê Nusrettîn Maçîn, ji herêma Kurdistanê ji Partîya Zehmetkêşan Sevgan Etîşî û ji Partîya Komunîsta Kurdistana Başûr, Hîwa Mihemed li ser mijara ‘Di sedsala 21’an de fersend û xeterên li pêş Kurdan û Yekîtîya Netewî’’ de gotar peşkeş kirin. Nivîskar Edip Polat ev beş bi rê ve bir.
Sevgan Ertîşî anî ziman Kurd bi giştî nikaribûne têgiştineke netewî ava bikin ku di bandora Ereban da mane.
''Pêdivî bi nifşeke hişyar heye lê bo wê jî rolek mezin dikeve ser mile rewşenbîr û sîyasetvanan.''
Wî bal da ser şerên li Ukrayna, Sûriyê, Karabax, Filistîniyan û got,‘’ Ev şer hemî nîşan dide ku guhrankarîyek mezin li pêş me heye lê Kurd çiqas amade ne jibo vê yeke?’’
Ertîşî bawer dike û kilîta dewleta Kurdan di destê Brîtanyayê da ye.
‘’Li çar perçeyên Kurdîçistanê baştirîn çareserî lihevhatina Kurdan û yekîtî ye. Lê dema em li partî û hêzên Kurdan dinêrin dibê qey jibo êrîşê hev bikin ava bûne.''
Hîwa Mihemed jî got ‘’Li bende nemînin ku dewletên dagîrker Kurdan azad bikin.''
Wî anî ziman medyayek niştimanî, netewî ya Kurdistanî nîne, medya di xizmeta giştî ya Kurdistanê nîne, hizbî tevdigere.
‘’Li başûr birakujî bi şiklê şerê sar berdewam e.''
Wî got ''Dibê her kurdek li deverekê be lê gotarek hevbeş û jihev re hurmet divê hebe.''
Şerefxan Cizîrî yek ji rêveber û amadekarê bernamê ye. Wî bal da ser rewşa hin kêşeyên civakî û weha behsa armanca vê bernamê kir:
''Me dît ku hem li Rojihlata Navîn hem jî li Kurdistanê valahîyek fikrî heye, bêhtir li ser navê çepîtîyê dikin, wekî ku dewlet û serxwebûn û ziman ne girîng e. Lê me xwest di vir de em Kurdan bi rastîyê wan re rûbirû bikin. Em kesên çepgir û Marksîst in lê ev nayê wê wateyê ku bi ziman û çand û bi rastiyên civakî danekevin.''
Çaverê ye ku ev bername berdewam be û tê plankirin salek şûnda li Hewlêrê lidar bikeve.