Roja Yekşemê 100 salîya Komara Tirkiye hate pîrozkirin. Serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan di gotara xwe de anî ziman ku niha sedsaleka nû ya Tirkîye destpêdike.
"Em îro redê mîrasê nakin, hemî demên dîroka xwe ya mezin hemêz dikin. Komara Tirkîyê xwedî li bêkasan derdikeve.''
Wî bibîr xist ku di sed salan da derbeyên leşekrî bû astengiyek mezin li pêş geşepêdanê.
"Di sala 2002ân de me Tirkîyê rizgar kir. Em ne efendîyê gel in, em xizmetkarên gel in."
Di axiftina xwe de Erdogan qet behsa kurdan û pirsgirêka wan li Tikriyê nekir.
Gelo sed salîya Komara Tirkîye jibo Kurdan tê çi wateyê? Çend sîyasetvan û akademîsyen bersiva vê pirsê didin.
Hevseroka Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz destnîşan kir Komara Tirkiye di sed salan da demokratik nebû.
''Sedsalan da pirsgirêka herî mezin ya Tirkê, pirsgirêka Kurd bû''
Wî got "Sed salan de li komara Tirkiyê çi li pêş bû, 90 sal di bandora derbeyên leşkeri de, 10 salên dawîn jî bi derbeyên sîyasî derbas bû. Niha dixwazin bi derbeyên sîyasî berdewam bikin. Lê em dikarin bejin di vê sedsalê de jî pirsgirêka herî mezin dê pirsgirêka Kurd be.''
Derbarê pirsa, gelo çareserî çîye, Aydeniz weha bersiv da:
''Ne tene li Tirkîyê, li rojhelata navîn jî pirsgirêka Kurd êdî bûye pirsgirêkek sereke. Lê di vê sedsalê da ev pirsgirêk bi demokratîkbûnê dikare çareser bibe û Tirkiye dikare bi çareseriyên demokratik, xwe biguherîne, û bibe komareke demokratik."
Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî îda kir, ku Komara Tirkiyê li ser tunehesibandina gelê Kurd ava bûye.
"Ne tene gelê Kurd, bîr û bawerîyên cuda jî tune hatin hesibandin. Dema em li sedsalîyê dinêrin tije qetliam in, em serhildana Şêx Seîd, ya Dersîmê, ya Agirîyê, Komkujîya Gelîyê Zîlan em baş dizanin. Li seranserê Tirkîye komar tê pîrozkirin lê jibo Kurdan xencî qetlîam û tunekirinê tu tiştek neanîye."
Wî îdia kir ku desthilatîya Tirkîye îro jî bi heman hişmendiyê tevdigere û li Surîye, îraqê jî jibo destkeftîyên Kurdan tune bikin çi ji destê wan tê, dikin.
"Dema em li gotinê wan dinêrin jibo Filistînê Erdogan behsa sivîl û zarokan dike lê him li bakûr him li rojava li hember gelan êrîş kirinû gelek sivîl hatin kuştin. Zîhniyeta hundir da dema mijar Kurd be, li dijî mirovatiyê çi ji destan tê dikin, lê divê êdi ev bê guhertin.’"
Serokê Partîya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel got ku, Komara Tirkîye jibo Kurdan ‘’înkarkirin, qetlîam, asimilasyon e, dijminatîyeka sîstematik ya gelê Kurd e.’’
Wî destnîşan kir ku Kurd jî li hember van êrîşan serî dananîne, qebûl nekirine, sed sal in li ber xwe didin.
"Komara Tirkîye, komareka ne adil û wekhev e, dûrê hiqûqa însanî ye, li ser yek netew û nîjadperetîyê ava bûye, ne tenê Kurd zilm û neheqî dîtine, ev komar jibo Tirkan jî nebû sedemê aramîyê. Ji wan re jî wekhevî pêk neanî, demokrasî li Tirkîye ava nebû."
Bi bawerîya Bozyel, çareserî li gorî rastîya etnikî, neteweyî, mezhebî ya Anadolu û Kurdîstanê ye ku ji nû ve dîzyan bibe.
''Yanî ev dewlet divê cewhera xwe biguhere û ne tenê hebûna xwe li ser yekîtîya Tirkan pênase bike, divê li ser pir rengî ya çandî û neteweyî ya vê axê xwe dîzyan bike.’’
Sosyolog û dîroknas Doktor Mesut Yegen jî destnîşan kir piştî sed salan sekuler û muhafazakarên Tirk li ser nêrîna komarê lihevkirin.
"Demek dirêj li ser vê mijarê lihev nedikirin, alozî çêbûn lê em niha dibînin ku komar jibo herdû alîyan jî nîrxek jêneger e. Komar jibo herdû alîyan di heman wateyê da ye. Komar demek dirêj mufazakaran ji xwe dûr hişt lê niha ew jî ketin bin heman sîwanê, dema em li pewendiya herdû aliyan dinerin dibînin ku di navbera wan de, encameke şad û bextewar çêbûye."
Bi nêrîna Yegen, Komara Tirkîye, Kurd nekir bin sîwana xwe.
"Sed sal jî derbas bû lê ev komar hêjî dest ji şertên xwe bernedaye. Ji Kurdan re dibêje ger tu dest ji dexwaza ziman, nasname, çanda xwe berdî, weke welatîyek wekhev, dê ciyê te jî di bin vê sîwanê da çêbe. Lê tu di dexwazên xwe de bi israr bî, tê li derve bimînî. Yanî em jibo Kurdan nikarin bejin ku piştî sed salan, weke muhafazakaran gihîştin encameke şad û bextewar. Sed sal bere çawa nasname û zimanê Kurdan nasnekirin, sed sal şûnda jî heman hewlest û rewş dewam dike."
Raporta Xecîcan Farqên - Amed