Bi tawana ku endamê rêxistina terorê ye, Serokê berê yê Komela Mafê Mirovan yê Şaxa Amedê Racî Bîlîcî bi 6 sal û 3 meh tê cezakirin.
Beşdarîya civînên Kongra Civaka Demokratîk weke sûc hatiye dîtin.
"KCD hê jî vekirîye û dema amadekarîya destûra bingehîn de rayedarên hikumetê KCD weke sazîyek fermî vexwendin nav xebatên destûrê. Ez jî li ser navê komeleyan beşdar bûm. Divê dewlet li ser kesên ku di nav siyaseta legal de xebatan dikin, zextê neke, wexta pêşî li sîyaseta legal were girtin tiştên baş jibo dewletê jî pêk nayê" got Bîlîcî.
Ji alîyê dinê ve di operasyona Serdozgerîya Ruhayê de 7 evûqat li Ruhayê, 2 evûqat li Amedê bi tawana ku endamên rêxisitna terorê ne hatin desteserkirin.
Bîst Baroyên li Tirkiyeyê li dijî operasyonê daxuyaniyek dan û binçavkirina evûqatan weke çavtirsandinê binavkirin.
Serokê Baroya Ruhayê Abdullah Oncel destnîşan kir demek dirêje ku li ser çalakvanên mafê mirovan, kesên muxalîf zextên mezin hene û neha dor hatîye ser evûqatan.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin