Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi dayikên ku saleke li pêş HDP’a Diyarbekirê çalakiya rûniştinê li dar dixin û zarokên xwe ji PKKê dixwazin, di şîva fitariyê da kom bû.
Serokomarê Tirkiyê di gotara xwe de bang li şervanên PKKê kir û soz da ger vegerin û çekan deynin dewlet dê alîkarîya wan bike, jibo jîyaneke nû piştevanîya wan bike.
‘’Ez bang li endamên nav rêxistinê jî dikim, cîwanên me, ewladên me, sibe roja dayikan e, daykên xwexemgin nekin, mexdur nekin. Dayik we anîne dine, we gihandine van rojan. Daykên xwe xemgin nekin, rojek beriya rojek li wan vegerin, çavê wan her jibo we digrî ronî bikin, vegerin. Komara Tirkiye jibo gencên me yên ku dixwazin ji wê avzê xelas bikin, ji alîyê dê edli jî jibo jîyaneke nû jî dê piştevaniya wan bike.''
Serokomarê Tirkiye destnîşan kir êrîşên ser yekitiya welat bi tekoşina dayikan têkçûye û ruyê rast yê hin aliyan derketiye holê.
‘’Bi salane rêxistina terore weke rêxistineke şirin dan nişandan lê bi vê tekoşina dayikan ruyê wan eşekere bû. Neha artêşa me bi operasyonan dor li wan teng kir li hember dîrayeta dayikan bêçare mane. Me Gabar, Cudî, Besteler li sere wan xera kir, ew direvin em li pey wan in. Emê Qendilê jî li wan bikin tarî. Dibe ku dereng be lê serkeftin dê ya me be.''
Hun dakarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin