Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gefên tolvedanê li medyayê dixwe li dor belavkirina “naveroka ku ziyanê digihîne nirxên bingehîn yên welêt.”
Di tîbîniyekê de ku roja Şemiyê di rojnameye fermî de hatibû belavkirin, Erdogan gotibû pîvanên fermî pêwîst in ji bo parastina “çanda niştimanî” ya Tirkiyê.
Wî, bêyî ku wan naverokan bi nav bike, got dê gavên yasayî bên avêtin li dijî “çalakiyên aşkere û nehênî yên medyayê ku armanca wan têkbirina nirxên niştimanî û moralî ye”
Civata Bilind Ya Radyo û Telefizyonê li Tirkiyê(RTUK) hin kenalên telefizyonî ceza kirin li dor belavkirina hin girteyên vîdyo ku dibêje ew li dijî nirxên Tirkiyê ne.
Hevbendên rojavayî yên Tirkiyê û rexnegir dibêjin hikûmeta Tirkiyê hewldana kudetaya beravêtî ya sala 2016an bi kar tîne ji bo binkêkirina mafên civakî û lêborînê, lê hikûmet van tawanbariyan red dike.
Gelo çi ne ew “naverokên dijî nirxên welêt” ku medya Tirkiyê belav dike?
Rewşa medya Tirkiyê di van bîst salên desthilatdariya Erdogan de çawa ye?
Gotara Erdogan û partiya wî AKP çiqas xizmeta azadiya medya û dezgehên medyayî dike?
Desthilat û opoziyon Tirkiyê, ta çi radeyê ecindeyên xwe yên siyasî tevlî mafên azadiya derbirînê dikin?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Bayram Bozyel, cîgirê serokê Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê ku li bajarê Diyarbekirê dimîne û rojnamevan Bedel Boselî ku li Rûsyayê dimîne
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke