Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, di çarçoveya kampeynên hilbijartinê de roja Înê li Amedê bû. Li wir vekirina hin avahiyan û Mizgefta Selahaddin Eyyubî bû.
Digel Erdogan şirîkên Tifaqa Komarî, serokê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî, Serokê Hudaparê û namzedê AKPê Zekerîya Yapicioglu jî amade bûn.
Di gotarên hersê sîyasetvanan da jî HDP û CHP hatin aramanckirin.
Erdogan li ser PKKê got '' Rastiya li pişt gotinên wan ewe, li dijî Tirkîyê kî perê bide wan, ew dibin artêşeke kujerên kirêkirî.''
Erdogan Hevserokê berê yê HDPê Demirtaş ji bûyerên Kobaniyê û ji kuştina 51 kesan sûcdar kir.
''Ka ev Selo li ku ye? Ew nînin ku Yasîn Borî şehîd kirin? Bi seyaran di serda çûn hatin ew şehîd kirin. Yao derdê vana ne Kurd in, ew kujer in kujer! Ew terorîst in, gelo hun amade ne di 14ê Gulanê da em derseke mezin bidin van terorîstan?''
Erdogan îdia kir ku "yên pêvajoya çareseriyê xerab kir, PKK û HDP bû."
''Ger ne terorsît bin, çima pêvajo xerab kirin. Jibo pêvajoya çareseriyê me mirin da ber çav, me destê xwe dirêjê wan kir lê wan destê me gez kir, dilê meyê ku me ji wan re vekir, xençer kirin.''
Serokomarê Tirkiyê jibo PKKê got ''ên ku derdê wan Diyarbekir e, birayê me yê Kurd e divê çekan deynin û bibin beşek ji vî welatê ku jê perçe nebin û di paşeroja şirîk de ciyê xwe bigrin. Lê wusa nekirin jibo ku îrada wan nîne erka wan xulamtiya emperyalistan e.''
Jibo HDPê jî got ''Ew ên ku di bin kirasê partiya siyasî da dexebatan dikin ku ew jî eynî wekî wan in. Bi dengê we dijminatîya we dikin, dijminatîya miletê û welatê me dikin. Qey Diyarbekir di xema wan da, derdê wan ewe ye ku İdyolojiyên jirêderketî dibin parlamenê.''
Erdogan, serokê CHPê Kemal Kilişdaroglu jî kir armanc û îdia kir ku ew bi rênimayên Qendilê tevdigerin.
''Birano, çi dibêjin dizanin, dê Qendîl piştgiriya Baybay Kemal bike. Ji wê derê telîmatan didin, bi vê awayê jî dixwazin birayê me yên Kurd bixapînin. Hun amade ne ku di 14ê Gulanê da em dersek baş bidin wan?''