Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Ramazan Demîr Biryara Dadgeha Tirkîyê ya bo Demîrtaş Şîrove Dike


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkiye biryar da ku bi zindanîkirina dirêj ya Hevserokê bere yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, mêfê wî binpê bûye.

Dadgehê got ku jiber ku mafê wî zede hatîye binpêkirin, divê tazmîna diravî ji wî re were dayîn.

Avuqatê Demîrtaş, Ramazan Demîr biryara dadgeha Tirkiye dinirxîne.

"Di dema bûyerên Kobanê de derheqa parlamanter û endamên rêvebiriya HDP du dozên cuda vebûn. Lê dozger û dadgeh li dijî qanûnan navê Demîrtaş kirin nav doza endamên rêvebiriya HDPê û ji vê kirinê re dibêje ev sûc e."

Demîr dibêje ku biryara girtina Demirtaş biryareke sîyasî ye.

''Niha du dadgehên bilind jibo Demîrtaş biryar dan. Em nizanin divê ka ji çend dadgehên cuda jibo Demîrtaş biryarên erênî derkevin. Divê li gor hiqûqê, ew azad be lê em dizanin ku niha li Tirkîyê ti dadgerek nikare bê Serokomarê Tirkîyê biryara azadkirina Demîrtaş bide.''

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:03 0:00

XS
SM
MD
LG