Serokê Partîya Kurdîstanê îbrahîm Xelîl Baran di sala 2017an de jiber şîroveyên li ser Kurdîstanê, ku li ser medya civakî parvekiribû, hate girtin û 13 rojan di nezaretê de ma.
Wê demê Baran bi rêya evûqatê xwe anî ziman ku li wî êşkence hatiye kirin, çar parsiyên wî hatine şikestin, heqaretl li kurdbûna wî û kêmendamiya wî kirine.
Dozgerî ew dem serdana wan qebûl nekir li ser vê yekê Baran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiye da.
Piştî sê salan dadgehê biryar da ku li Baran êşkence hatîye kirin.
Baran ji bo Dengê Amerîka behsa êşkenceyan dike û îdîa dike ku wê demê li Ruhayê 1200 kes di îşkenceyên giran re derbas bûne lê tu kesek doz venekirîye.
Dadgeh bi 9 xalan rave dike ku çima serdana Îbrahim Baran qebûl dike.
Di xala yekê de dadgeh dibêje "Divê li tu kesek muameleyên dijî mirovî neyên kirin. Baran ji sedî 40 kêmendame di lingê wî de protez heye. Jiber van kêmasiyan gumana ku bireve nîne lewma ne hewce bûye ku kelemçe li destê wî bixin.
Herwiha dadgeh destnîşan dike rapora doktor sexte ye ku tê de destnîşan kirine şopê êşkence nîne. Lê dadgeh destnîşan dike ku Baran di 13 rojan de qet nebirine doktor. Belgeya sexte jî Peymana Stembolê tune dihesibîne ku Tirkiye li dijî êşkencê vê peymanê îmze kirîye.