Tirkiyê îro Şemiyê tirênên nav bajaran rawestandin û geştên esmanî sînordar kirin, di demekê de ku partiya opozisyonê ya sereke banga biryara mayîna li mal kir, piştî ku keysên vîrusa korona bi awayekî berbiçav di rojekê de belav bû.
Serokê Tirkiyê RecepTayyip Erdogan roja Înê bang li xelkê kir ku xwe bi xwe karantîn bikin û tenê ji bo bazarê û pêwîstiyên rojane derkevin, da ku rê li belavbûna vîrusa korona bigrin.
Lê piştî ku hejmara keysan bo 5,698an bilind bû, li gel 92 kesên mirî, partiya sereke ya opozisyonê (CHP) banga dayîna biryara qedexekirina derketina ji mal kir.
Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu got:
“Di vê qonaxê de, diyare me pêwîstî bi mayîneke berferh a li mal heye... Çareeserkirina vê kêşeyê ne pêkane ye bi helmetên wek ’Tirkiyê li mal bimîne’ û hîştina biryarê ji bo xelkê, bê ku mûçeyan yan ewlekariya kar ji wan re dabîn bibe.”
Erdogan hin pîvanên nû yên vehewandina vîrusa korona ragihandin, di nav de jî rawestana geştên esmanî yên navnetewî, tirênên nava bajaran û sînordarkirina geştên din ên navxweyî.