Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japon Soza Gavên Mezin di Şerê Vîrusa Korona de Dide


Serokwezîrê Japonê Shinzo Abe îro Şemiyê soz da ku gavin nû bavêje ji bo rûbirûbûna vîrusa korona û got ku welatê wî li qeraxa ragihandina rewşa tengaviyên niştimanî ye.

Abe di konfiransekê de ku li ser tilfizyona dewletê hate belavkirin, got:

“Em di qonaxeke awarte de ne, pêwîste em ji şerekî demdirêj re amade bin... Dê pîvanên mezin û bihêz bên sepandin, di nav de jî alîkariyên darayî û qutkirina taksan ji bo kompaniyan.”

Berpirsan 60 keysên din ên vîrusa korona piştrast kirin û îro Şemiyê 57 keys li nêzîkî Tokyo ya paytex hatin ragihandin.

Hakima Tokyo Yuriko Koike, demekê berê vê hefteyê di bangewaziyekê de got bajarê Tokyo li qeraxa raghihandina rewşa tengaviyan e.

Wê bang li dehan milyon rûniştvanên Tokyo kir ku heta 12 meha Nîsanê dernekevin derve, eger ne pêwîst be.

Tê zanîn ku serokwezîr Abe vê hefteyê rewşa Japonê wek “kirîzeke niştimanî” bi nav kiribû.

Hêjayî gotinê ye, 14 milyon kes li bajarê Tokyo dijîn û şareza huşdariyê didin ku vîrus bi awakî berferh li wir belav be.

XS
SM
MD
LG