Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Fazil Omer: Divê Kesên ku Navê Nexweşên Korona Reş Dikin, Werin Ceza Kirin


Vîrusa korona û ya bi COVID19 tê naskirin li cîhanê belav bûye, dibe ku her kes tûş bibe, ji hejaran heta zengînan, ji serokan heta karmendan, ne çi olan nas dike û ne çi tex û qatên civakê.

Piştî ku weke her cihî li cîhanê belav bû, Herêama Kurdistanê Îraqê jî rastî wê vîrusê hat, kesên ku rastî wê nexweşiyê hatine, di mediya civakî de, navê hin kesan derket û gotinên nelayîq û tiştên kirêt li ser wan hatin gotin.

Di hevpeyvîna li gel Dengê Amerîka de, lêkoler û Nojdarê Giştî Dr. Fazil Omer bal kişand ser wan pirsgirêkan û da zanîn ku "COVID19 weke her persîvekî, her nesaxiyekê bê heza tûş dibe, ev ne şermeke û ne jî fihêtî, ne dûre ku her kesek li ser rûyê vî erdî rastî wê nexweşiyê bihê".

Dr. Fazil Omer
Dr. Fazil Omer

Dr. Omer herwiha got, ji aliyê din "Sonda nojdarî û exlaqê nojdariyê heye". Herdu we dikin ku nabe navê nexweşî bihê eşkera kirin, jiber ku nexweşî pirsek şexsî û taybetmendiya kesane nabe kes pê bizane.

Dr. Omer derbarê çareseriya kesên ku di medya civakî de bi karên xerab û nav reşkirina nexweşên vîrusa korona radibin got, "Divê dawakarê giştî li hewara xelkî bihê û ji aliyê qanûnî de kesên tawanbar bihên sizadan", da ku bibe ders jibo kesek din zêdegaviyan li ser mafên takekesî neke.

Dr. Fazil Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:15 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG