Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çima Dozgerîya Enqerê Lêpirsîn Li Parlamenterê CHP’ê Yê Amedê Sezgîn Tanrikulu Vekir?


Sezgîn Tanrikulu
Sezgîn Tanrikulu

Dozgerîya Enqerê derbarê Parlamenterê Amedê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu, bi îdiaya sûcê ''Dewletê, sazî û rêxistinên dewletê bêrûmet'' dike, lêpirsîn vekir.

Tanrikulu roja Înê bi telefonê beşdarî bernameya ‘Ramaza Azad' ya TV 100’ê bû. Wî di bernameyê da artêşa Tirkiyê rexne kir û got ''Em parlamenter in û divê em pirsîyara her tiştî bikin, divê hin kirinên Artêşê jî ji rexneyê re vekirî bin.''

Tanirkulu di dewamîyê da behsa hin kiryarên ku weke sûc tên dîtin kir û got ''Yê ku derbeya 12ê Îlonê kir, yê ku hewla derbeya 15ê Tîrmehê da, ma ne Artêşa Tirkîyê bû? Herwiha yê ku bi dehan gund şewitandin, kuştinên ku kiryarê wan ne dîyar in…Dozeke ku min dişopand hebû, Artêşa Tirkîye 15 gundî ji helîkopterê avêtibûn û ji ber wê dozê Tirkîyê li Dadgeha Mafê Mirovan hate cezakirin.''

Wî da zanîn ku jibo rastî derkevin hole, divê rexne jî bên kirin, û ''ev pirs jî jibo rakirina xumam û eyba li ser artêşê ye, jibo rastîyan e. Ma Roboskî hê nû çênebû?''

Rêvebirê Bizim TV, Şaban Sevînç jibo Tanrikulu gotibû ‘PKKê îdia kir ku artêşê çekên kîmyawî bikar anîne û Tanrikulu jî îdaya PKKê weke pirsîyarek anî rojeva parlamenê.’’

PKK ê di sala 2021’an da îdia kiribû ku Tirkîyê di operasyona bi ser bakurê Îraqê da çekên kîmyawî bikar anîne û zêdetirî 10 şervanên wan jiber wan çekan mirine.

Parlamenterê CHPê jibo mafê bersivê bikarbîne beşdarê bernamê bû û anî ziman ka çima wî ew pirsiyarname pêşkêş kirîye. Di wê bersivê da jî şîroveya ku bû sedema lêpirsînê kir.

Li ser nirxandina Tanrikulu derbarê artêşê da, di medya civakî de li dijî wî bi hezaran peyam hatin belavkirin.

Bertekên li Hember Tanrikulu Çi bûn?

Wezareta Berevanîyê gotinên Tanrikulu weke ‘Nebû’’ pênase kir û got ‘'Yên ku van îftirayan dikin, yên dibin amûr jibo van nebûyan, di nav xeflet û windabûnê da ne.’’

Berdevkê CHPê Faîk Oztrak jî li ser torên civakî got, ''Em gotinên wî yên li ku tawanbarîyan li artêşa xwe, ronîya çavê miletê xwe dike, qebûl nakin. Emê di nav partîya xwe da jî li ser vê mijarê bicivin.''

Tanrikulu Daxuyanîyek Nivîskî Belav Kir

Sezgîn Tanrikulu Şemîyê li ser torên civakî daxuyanîyek nivîskî belav kir û di wir de behsa wan dozên navborî kir.

Tanrikulu got, ''Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê ji ber 2 dozan Tirkiyê ceza kir. Ya pêşîn di sala 1993an da li gundek navçeya Pasûrê ya Amedê li ser windakirina 11 gundîyan bû. Dewletê ev gundî bi helîkopterê birine û winda kirine. Xizmê wan şahid in ku gundî bi darê zorê siwarî helîkopterê kirine û ji wê rojê şûnda tu nûçeyek ji wan nehatîye.''

''Doza duyê jî ev e, du gundên Şirnexê, Kuşkonar û Koçagilli bi firokên şer bombebaran kirine û 33 gundî hatine kuştin. Ev ne biryarên min in, ev biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê ne,'' daxuyaniyê got.

Tanrikulu bawer dike lînç û êrîşên li hember wî bi rêka piştevanên AKPê tê birêvebirin.

''Ev bûyer berîya damezrandina AKP’ê rûdane, herdû jî sûcên li dijî mirovahîyê ne, îhlalên giran ên li ser Kurdan e. Lê wusa xuya dike jibo rêgeza dewamîya dewletê ew jî xwedî li van sûcan dertên.’’

Tanirkulu weha dewam kir:

''Serdozgerîya Enqerê di ciyê ku li pey şopa kaçaxçiyên madeyên hişbir, li pey şopa diz û çeteyan hare, di roja betlanê da, roja şemiyê li min lêpirsîn vedike. Divê raya giştî vê yekê jî piştgoh neke.''

Hêjayî gotinê ye ku Dengê Amerîka hewl da nerîna Tanrikulu jê wergire, lê şêwirmenda wî got ku wî biryar daye ji bo vê mijarê bi rojnamegeriyê re neaxive.

XS
SM
MD
LG