Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Raporta Salane ya Sendîkaya Perwerdeyê Derket


Endamên EGÎTÎM SEN Şaxa Amedê
Endamên EGÎTÎM SEN Şaxa Amedê

Sendîkaya Kedkarên Perwedeyê (Egitim Sen) li Tirkîyê rexneyan li desthilatîya Tirkiyê dike ku îdia dike salên dawîn de perwerdeya olî li dibistanan hatîye zêde kirin, rêgezên zanistî tune tê hesibandin.

Li 67 hezar û 125 dibistanên Tirkîye, 18 milyon û 85 hezar û 943 xwendekar hene. Li dibistanên dewletê 15 milyon û 194 û 574 xwendekar tên perwerdekirin.

Li 13 hezar û 501 dibistanên taybet jî milyon û 310 hezar û 605 xwendekar hene.

Rêjeya xwendekarên li dibistanên taybet ji sedî 7,9 e.

Hejmara mamsoteyan jî 112 hezar û 305 in. 950 hezar u 90 mamoste li dibistanên dewletê, 162 hezar û 215 jî li dibistanên taybet kar dikin.

Li Diyarbekirê jî li 2245 hezar dibistanan, 470 hezar û 99 mamoste kar dikin.

Sendîkayê bal da ser bandora pandemiyê li ser perwerdeyê û destnîşan kir qalîteya perwerdeyê li Tirkiyê sal bi sal têk diçe. Ev jî rê jibo dibistanên taybet xweş dike ku perwrede jî bûye amûrek jibo bazirganiyê, li gor Egitim Sen'ê.

Sendîkayê herwiha bal da ser hişyarîyên jibo pêşigirtina belavbûna vîrûsa koronayê û da xuya kirin ku ligel hemî hişyarîyan ne rewşa dibistanan hatîye başkirin ne jî hejmara polan hatîye zêdekirin.

''Di dema pandemiyê de jiber perwerdeya rûbirû nema, gelek zarokên keç ji dibistanan hatine derxistin û gelek keç hatin zewicandin'' Sendîkaya Perwerdeyê got.

Li gor daneyên Wezareta Perwerdeyê, hejmara xwendekarên keç ji yên kur kêmtir e û bi giştî 8 milyon û 733 hezar û 338 xwendekarên keç li Tirkîye hene.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:46 0:00
XS
SM
MD
LG