Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê AKPê li Diyarbekir: Divê Mafê Kurdan di Destûra Bingehîn de Bicî Bibe


Evuqat Muhammed Şerîf Aydin beriya mehek bi biryara navenda Partîya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) bû serokê Ak Partîya Amedê.

Aydin, bi rojnamevanan re civinek lidarxist û derbarê polîtiqayên li ser zimanê Kurdî, mafê Kurdan, gavên AKP li ser Kurdî avêtiye, herwiha xizmetên qayûm li bajêr, axivî bersiva pirsan da.

Gerînendeya Giştî ya Ewlekarîyê, jibo jinên rastê tundiyê tên bernameyek telefonê amadekirîye û roja 8ê Adarê bi şeş zimanan kir xizmetê. Lê di nav wan zimanan e Kurdî nîne.

Muhammet Şerîf Aydin vê helwestê rexne kir û got “Divê hesasîyetên heremê li ber çav bigirtana, ku divîya dinav wan zimanan de Kurdî jî hebûna. Kurd gelek qedîm û mezin yên welat in. Me jî rojek şunda li ser malpera partîya xwe nivîsand Roj Baş Dîyarbekir.”

Serokê AK Partîya Amedê behsa hewildana destura bingehîn a nû jî kir û anî ziman ku divê mafê kurdan di destura bingehîn de jî were bicîkirin.

"Ger maf di destûrê de bicî nebin dê guhertinên rojên pêş de dikare xetereyan çêke li ser destkeftîyên Kurdan."

Di dewamiyê de jî diyar kir ku Kurd jibo parastina mafê xwe piştevaniya amadekarîya guhertina destura bingehîn bikin.

Serokê AK Partîya Amedê destnîşan kir li hember partîya wan têgîştinek çêbûye wekî ku AKP bere baş bûye lê neha hatiye guhertin.

Wî got “Li hember partîya me dîtbarîyek xerab çêbûye lê em dizanin di warê demokrasi û Kurdan de gavên ku partîya me avêtîne di renge şoreşê de bûn.”

"Di warê perwerdehîya Kurdî de jî gavên ku AKP avêtine gavên şoreşî ne. Her çend dersên Kurdî dersên hilbijêr bin jî ew jî di renge şoreşê de ye.”

Raporta deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:57 0:00


XS
SM
MD
LG