Roja 29’ê Cotmehê salvegera 100 salî ya Komarar Tirkîyê ye û li 81 bajaran salvegera komarê hate pîrozkirin. Lê şîrovekar dibêjin ku di komara 100 salî de pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka Kurd e.
Di nav sed salan de, Kurd jibo avakirina dewletek, ji 30 caran zêdetir serî hildan. Piranîya wan li ser dexwaza dewletek serbixwe bûn, di nav de jî Serhildana Koçgirî (1921), Serhildana Şêx Seîd (1925), Serhildana Agirîyê (1926-1927-1930), û Serhildana Dersîmê (1937).
Çil sal piştî serhildana Dersîmê, Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li hember dewletê çek hilgirt û ji sala 1984’an vir de bi Artêşa Tirkiyê re şerek çekdarî didomîne.
Raporên Dewletê de Çareserîya pirsgirêka Kurd
Di salên pêşîn yên komarê da polîtîkayên ewlehîyê, ferzkirina polîtîkayên Tirkbûnê, redkirina ziman û nasnama Kurd, koçkirina Kurdan ji deverê weke çare hatîye dîtin.
Dewletê jibo çareserîya vê pirsgirêkê bi sîyasetvanan raport dane amadekirin. Li ser wan raportan polîtîkayên nû afirandine.
Di sala 1925’an de, Serokê Parlamenê Abdulhalîk Renda, li deh bajarên Kurdan gerîya û çavderiyên xwe di raporek de kom kir û pêşkêşê Serokwezîrê wê deme îsmet İnonu kir.
Renda di rapora xwe da, jibo herêma Kurdan, ‘’polîtîqaya Tirkbûnê’’pêşnîyar kir. Herwiha bi bawerîya wî, axafitna bi Kurdî jî, pirsgirêkek mezin ya li pêş aîdîyeta netewî ye.
Jibo Kurd carek din serî hilnedin, wî lawazkirina eşîran jî weke çareserî destnîşan kir.
Piştî Renda, Wekîlê Daxilî Cemîl Ubaydin, li bajarê Kurdan gerîya û wî di raporta xwe da got ‘’Bi tepeserkirina tund ya Serhildana Şêx Seîd dewletê asayîşê çêkirîye lê şêweya tund ya dewletê bûye sedema nerazibûna gel li hember dewletê.’’
Rapora xwe da Ubaydin, jibo çareseriya pirsa Kurd, polîtîqaya mecbûrî ya îskanê pêşnîyar kir, xwest li deverê rewşa awarte were îlankirin, li gundê Kurdan malbatê Tirk bicî bikin û gelên ne misliman ji deverê derxin.
Ev herdî rapor bûn bingeh jibo ‘Plana îslahata Şerqê’ ku Kurdî qedexe bikin, sazî û dezegehên dewletê li heremê zêde bikin û propagandaya Tirkîtîyê li bajarê Kurdan geş bikin.
Derbarê Dersîmê da jî mifetîşên umumî, walî jî raport amade kirin ku operasyonên leşkeri di wan raportan da jî hatine pêşnîyarkirin. Berevkerina çekên di nav xelqê da, iskana mecbûrî ya malbatên berbiçav jî weke pêşniyar hatine destnîşankirin.
Roleka mezin ya serokwezir Îsmet înonu, di têkbirina Serhildana Şêx Seîd de heye. Di sala 1935’an da İnonu, li deverê gerîya û got ''Xetera avakirina Kurdistanê heye.''
Wî jî çareserîyê di operasyonên leşkeri û vekirina dibistanên ku politîqayên Tirkbûnê li ser zarokên Kurdan ferz dike, dît.
"Kurd nîne, Tirkên ku dibên qey Kurd in hene''
Piştî derbeya leşkeri ya 1960’î, raportek din hate amadekirin û li wir hate destnîşankirin ‘’Pirsgirêka Kurd nîne.’’
‘’Pirsgirêka Kurd nîne lê pirsgirêka Tirkên ku dibên qey Kurd in, heye.’’
Di vê raporê da jî îskana mecbûrî, bilezkirina polîtîqayên pişaftinê, qutkirina peywendiya bi Kurdên İraqê re, pêşxistina ekonomiye, bicîkrina Tirkan li deverê weke pêşniyar hate destnîşankirin.
Cara pêşîn behsa mafê perwerdehîya bi Kurdî hate kirin
Piştî şerê çekdarî ya PKK destpêkir, gelek partîyên sîyasî raport amade kirin. Di sala 1987’an da Partîya Çepên Demokrat (DSP), di sala 1990’î de jî Partîya Demokratên Sosyal (SHP) rapor amade kir. Lê rapora SHP’ê ji yên berîya xwe cuda ye.
‘’Pirsgirêka Kurd him jiber grubên çekdar yên cudaxwaziyê dixwazin him jî jiber polîtîqayên xelet yên dewletê dewam kirîye.’’
SHP’ê di raporta xwe da balê da qedexa li ser ziman jî.
‘’Pêdivî bi pênasekirina têgeha welatîbûnê heye ku divê were destnîşankirin, serdestîya tu grûbek etnik, li ser yên din nîne.’’
Bi vê raporê cara pêşîn di raportek fermî de behsa mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê hate kirin û jibo çareserîyê giringîya pêşxistina aborîya deverê jî weke pêşnîyar hate destnîşankirin.
Erdogan jî raportek daye amadekirin
Recep Tayyîp Erdogan, dema li Stembolê serokê Partîya Refahê yê wî bajarî bû, di sala 1991’an de li ser pirsa Kurd raporek da amadekirin.
Di raporê cî da wê tespîtê ku ''Pirsgirêka şerqê di eslê xwe da pirsgirêka Kurd e.''
Di wê raportê de dayîna mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê û mafên çandî hate pêşnîyarkirin.
''Lê ola îslamî weke nasnama şirîk ya Kurd û Trikan e.''
Rapor Kahveci ''Şerê Çekdarî û Mafê Kurdan jihev cuda ne''
Serokomar Turgut Ozal, di sala 1988’an da bi Wezîrê Malîyê Adnan Kahvecî raporek da amadekirin.
Di wê raportê da hate gotin, dexwazên mafên demokratik yên Kurdan girîng e lê wî şerê çekdarî û dexwazên Kurdan ji hev cuda ne. Naskirina mafên demokratik û pêşxistina ekonomiya deverê jî weke pêşnîyarên çareserîyê hate destnîşankirin.
Rapora meclisê de hate destnîşankirin 3478 gund hatin valakirin, 378 hezar û 355 welatî mecburê koçê kirin
Raporta Komîsyan Koçê ya Meclîsê, salên 1997-98’î de hate amadekirin. Di wir de hate destnîşankirin jiber şer û pevçûnên bi PKK’ê û polîtiqayên ewlehîyê 3478 gund hatine valakirin, 378 hezar 335 welatî mecbûrê koçê kirin. Vê raportê bal da ser îradeya sivîl û got ''Bêyî vê îradêya sivîl pirsa Kurd çareser nabe.''
CHP di sala 1999 û 2000’î de li ser pirsa Kurd raporeke berfireh da amdekirin. Di wir de bale da ser ruyê temsîla delwetê ya ewlehîyê. CHP rola erênî ya demokrasîya sosyal derxit pêş.
Di wê raporê de hat destnîşankirin ku Dadgehên Ewlehiyê (DGM), rewşa awarte, divê bên rakirin, dawî li pêkhateyên kontrayî (JİTEM) bên ku CHP van faktoran weke egerên sereke yên geşkirina pirsgirêkê destnîşan kir.
Dema AKP u gavên bo çareserîyê
AKP jî di sala 2010’an da raportek amade kir bi navê ‘Pêvajoya Demokratîk’’
Di sala 2013’an de ‘’Pêvajoya Çareserîyê’ destpêkir û 2 sal dewam kir. Nameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ku ji pêşnîyarên çareseriya Pirsgirêkê pêk hat eli du Newrozên Amedê hate xwendin. Hêvî û bendewarîyek mezin çêbû lê di sala 2015’an de pêvajoya aşitiyê têk çû.