"Tora Tekoşîna li Dijî Tundîya Ser Jinan" rapora pênc mehan ya tundîya li ser jinan eşkere kir û ragihand ku di nav 5 mehan de li Amed û navçeyên wê 3 jin hatin kuştin.
Rapor herwiha dide zanîn ku 838 jinên din jî bûne armanca tundî û tûjîyan.
"Li Amedê 720 jin bûne armanca tundîya pîskolojîk, 422 jin bi tundîya lêdanê, 399 bi tundîya aborî, 321 ji tundîya dîjîtal û 198 jinên din jî bi tundîya civakî re rûbirû mane."
Tora Jinan bal kişand ku tevî hebûna qanûneke bi navê ‘Parastina Malbatê û Pêşgirtina Tundîya Ser Jinan’ li Tirkîy, pêşî li tundîya ser jinan nayê girtin jiber ku ew zagon nayê bikaranîn.
Hun dikarin agahîyên zêdetir ser fayla deng guhdar bikin.