Parlamanterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, bi îdaya ku tecavuzî jineke kiriye û derheqa wî de lêpirsîn vebûye, ji HDP’ê îstifa kir.
Parlamana Tirkîyê jî jibo betalkirina parlamanterîya Çelîk fezleke amade kir.
Meclîsa Jinan ya HDP’ê ser karvekişîna Tuma Celîk daxuyaniyek nivîskî belav kir.
“Em berî pandemîyê ji jinikê agadar bûn, lê di civînan de ew jin qet qala îdayên tacîz û tecavuzê nekir. Jibo me beyana jinan jibo bingehîn e û emê destketîyên jinan nekin qurbanîya zilaman.”
Tuma Çelîk Suryanî ye û di nameya xwe ya karvekêşanê de dibêje ji roja ku bûye parlamanter vir de li ser herême li ser Suryanîyan gelek pirsgirêkan anîye rojeva parlamanê.
Ew îdia dike ku hewildanên wî hin alîyan nerehet kir, loma ew dijî wî dest bi reşkirin û îftîrayan kirine.
“Jinekê îftîra li min kir û dest bi şantajê kir. Wê jinê wan îftirayan anî heta partîya me. Partîya me li ser îftirayên wê bi min re, bi jinê re civinan çêkirin. Piştî salekê, ew jin niha bi senaryoyeke nû derket û ez giliya serdozgeriyê kirim. Lê ev gilî îftira ye. Ser lêpirsîna dozgerîyê, di derheqa min de li parlamanê bi lezûbezî fezleke hate amade kirin.”
Çelîk xuya kir ku jibo ev lêpirsîn nekin heceta kempeynên reşkirinê, pêlîstokên sîyasî yên dijî partîya wî, ew biryar daye ji HDP’ê îstifa bike.
Serdozgerîya Mêrdînê di îdanameya xwe de dibêje ku Çelîk di dema prosesa hilbjartina giştî de, li avahîya komeleke destdirêjîya jinekê kiriye û ser gilîya wê doz hat vekirin.
Bi îstifakirina Çelîk hejmara parlamanterên HDP’ê jî daket 57’an.