Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan careke din gef li Kurdên Sûriyê xwarin û got ewê operasyoneke din li dijî hêzên Kurdên Sûriyê dest pê bike.
Tirkiyê hebûna hêzên Kurdên Sûriyê li sînorê xwe yê başûr wek korîdoreke terorê bi nav dike û karê paqijkirina navçeyê ji wan dike.
Gefên Tirkiyê tên di demekê de ku Kurdên Sûriyê di nava guftûgoyên îmzekirina rêkeftineke Kurdî-Kurdî de ne, ji bo beşdarkirina hemî aliyên siyasî û civakî di rêvebirina Bakur û Rojhilata Sûriyê de.
Tê zanîn, Tirkiyê berê sê operasyonên leşkerî li Sûriyê pêk anîne. Mertala Furatê di sala 2016an de, Şaxê Zeytûnê di sala 2018an de û Buhara Aştiyê di 2019an de.
Wê di van hersê operasyonan de, bajarên Cerablus û Babê û Efrînê li aliyê rojavayê çemê Furatê û Girêsipî û Serêkaniyê li rojhilata Firatê xistin bin kontrola hêzên opozisyona Sûriyê ku ew piştgiriya wan dike.
Tirkiyê çiqas rijd e di van gefên dawî de û operasyoneke din çendîn pêkan e?
Rêkeftina Kurdên Sûriyê dikare çiqas rêgir be li pêş operasyoneke pêşbîn a Tirkiyê li herêmê?
Welatên gerantor ên guftûgoyên Kurdan, bi taybetî Amerîka, dikarin çi bike ji bo nehêştina êrîşeke wiha?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Şelal Geddo, sikirtêrê Partiya Çep a Demukrat a Kurdî li Sûriyê ku li Almanya dimîne û Hisên Omer, şîrovekarê siyasî ku li Belçîka dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke