Li parlamantoya Tirkîye di gera 27’an de herî zêde dosyayên lêpirsînê, ku li Tirkîyê wek fezleke tê zanîn, derbarê parlamanterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hatine amade kirin.
Heta niha 1101 fezleke hatine pêş parlamanê û ji wan 834 jibo 58 parlamanterên HDP’ê hatine amade kirin.
Lê, jiber ku Ayhan Bîlgen, Selçuk Mizrakli, Bedîa Ozgokçe wek şaredarên Qers, Amed û Wanê hatin hilbijartin, wan ji parlamanterîyê dest kişandibû û di Heziranê de parlamanterîya Musa Farisogullari û Leyla Guven jî hate hilweşandin.
Tevî ku 62 fezlekeyên derheqa 5 parlamanterên navborî hatin paşxistin jî niha jibo 52 parlamanterên mayî 772 fezleke hene ku herî zêde dijî Remzîye Tosun, Pervîn Buldan, Sezaî Temellî ew fezleke hatine amade kirin.
Di meha Cotmehê de jibo 11 paralmenteran; di meha Mijdarê jibo 4 parlamanterên HDP’ê, dosye ji parlamanê re hatine şandin ku parlamanterîya wan were betal kirin.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.