Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê Kurd Taşçier Çima Xwest li Parlamanê bi Kurdî Bipeyîve?


Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier
Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê, Îmam Taşçier roja Duşemê dema xwest ku gotara xwe ya ser budçeye bi Kurdî peşkeş bike, serokê rûniştonê mîkrofona wî girt û destûr neda ku ew bi Kurdî bipeyîve.

Serokê wê rûniştinê paralmenterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Haydar Akar dema wî mîkrofona Taşçier girt got ku li parlamentoya Tirkîye li gor qanûnê axaftina zimanekî xencî Tirkî qedexe ye.

Akar ji Taşçier xwest ku gotara xwe bi Tirkî temam bike, lê parlamenterê Kurd helwesta li dijî zimanê Kurdî protesto kir û gotara xwe nîvco hişt.

“Min xwest ku balê bînim ser rewşa zimanê Kurdî jibo ku di budceye de ti pere jibo pêşxistina çand û zimanê Kurdî venaqetînin û qanûnên ku Kurdî qedexe dikin, naguherînin,” Taşçier ji Dengê Amerîka re got.

Wî dîyar kir ku li gor qanûna parlamentoyê û xala 42’yan ya zagona Tirkîye axaftina ji bilî Tirkî bi zimanên din qedexe ye, loma serokên ku civatê b irê ve dibin nikarin destûr bidin axaftina bi Kurdî.

30 sal berê parlamentera HEP’ê ya Amedê Leyla Zana jî xwestibû ku sonda parlamenterîyê bi Kurdî bike, lê hîngê alozîyeke mezni çêbûbû û ev axaftin bûbû sedema girtina wê.

Taşçier got ku 30 sal derbaz bûn, lê helwesta dijî Kurdî nehatiye guhertin.

KHF_12_07_22_Taşçier_Axaftina_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00

XS
SM
MD
LG