Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyona Serdozgerîya Amedê de 5 Rojnamevan Hatin Desteser Kirin


Pênc rojnamevan îro Duşemê li Amed, Enqere, Stenbol û Îzmerê li ser biryara serdozgerîya Amedê hatin desteser kirin.

Rojnamevanên ku hatine girtin ev in: peyamhinêrên Ajansa Mezopotamya Firat Can Arslan û Delal Akyuz; sernivîsera Ajansa Bîanet Evrîm Kepenek, ya malpera T24 Sîbel Yukler û peyamhinêra Malpera Duvar, Evrîm Deniz. Her pênc kes li malên xwe dbûn dema ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine desteser kirin.

Ev rojnamevan jiber ku li ser Twitterê nûçeya guhertina cîhê karên dozgeran parve kiribûn, bi behaneya ku “karbidestanên dewletê yên ku di têkoşîna terorê de cîh girtine kirine armanc” hatin desteser kirin.

Dozgerê Amedê, ku berê salekê biryara girtina 18 rojnamevanên Kurd dabû, hevjînê endama desteya dadgehê bû ku biryara girtina 15 rojnamevanên Kurd dabû. Ew rojnamevan salekê girtî mabûn û di 11’ê Tîrmehê de, di rûniştina yekê de hatin berdan.

Piştî vê dozê, Desteya Bilind ya Dadger û Dozgeran (HSYK) biryar dabû ku dozger û hevjîna wî ji Amedê herin bajarekî din. Peyamhianêrê MEHA’yê Firat Can Arslan jî li ser biryara tayînkirina wan nûçeyek çêkiribû.

Çar rojnamevanên din ku ligel Arslan hatin desteser kirin, nûçeya ku çêkiribû, li ser medya civakî belav kiribûn.

Dozger jî jibo ku çima li ser tayînkirina wan nûçe çêkirine û belav kirine, bi îdiaya ku ew rojnamevan jin û mêrên dozger û dadwer kirine armanc, jibo her pênc rojnamevanan biryara desteserkirinê derxist.

Firat Can Arslan hate girtin. Delal Akyuz, Sîbel Yukler û Evrîm Denîz bi şertê kontrola dadwerî hatin berdan û îfadeya Evrîm Kepenek jî hîn nehatiye sitandin.

Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîye (TGS), Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê, Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê, Komela Medya û Hiqûqê (MLSA), li ser medya civakî operasyona li ser rojnavevanan şermezar kirin.

Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê bi daxuyanîya nivîskî de got ku normal e rojnamevan di dema tayînkirina dozger û dadweran de nûçeyan çêkin.

''Ger navên balkişandî di nav wan de hebin, li ser wan nûçeyên taybet jî çêdibin. Ya sosret ew e ku jibo çêkirina van nûçeyan rojnamevanan digirin. Banga me ji rêxistininên rojnamvenîyê ye re ew e ku li hember biryarên dijî hiqûqê û zextên li ser rojnamevanan dengên xwe bilind bikin.’’

Serokê MLSA, Veysel Ok jî operasyon şermezar kir û got ku hevjîna dozgerê ku îdianameya 15 rojnamevanan amade kiribû, endama heman dozê bû û ew jî hêjayî çêkirina nûçeyekê ye.

''Roja ku rojnamevan hatin darizandin, parêzerê wan Resûl Temûr ev rastî anî rojava dadgehê û got ku endama heyeta dadgehê hevjîna dozgerê îdianameyê ye. Ev nêzikahî dikare bibe sedem ku ji dozê biryareke ne adil derkeve û xwest ku ew dadwer ji doze were derxistin, lê daxwaza wî hatibû red kirin,

OK li ser medya civakî bi berdewamî got ku peywendîya dozger û dadgeran divê li gor rêgezên dadgehkirina rewa be.

“Ger ev peywendî li dijî dadgehkirina adil be, hêja ye ku li ser vê rastîyê nûçe were çêkirin û ev jî ne sûc e,” Ok bi berdewamî got.

Sendîkaya Rojnamevan Tirkîyê dide zanîn ku heta 12ê Tîrmehê jî 20 rojnamevan li zindanê bûn û li gor îndeksa ya sala 2023an Tirkîye ji nava 180 welatan di rêza 165an de cîh digire

XS
SM
MD
LG