Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov dibêje Tirkiyê jimareke mezin a çekdarên opozisyona Sûrî veguhestin rojhilata çemê Ferêt li bakurê Sûriyê.
Ev gav piştî jimarek êrîş û topbaranên artêşa Tirkiyê li wê herêmê tê.
Ew herwiha piştî destpêkirina nobedariyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê li bajarê Minbicê tê.
Gelo Tirkiyê dikare êrîşeke din a wek a Efrînê li Rojhilata Çemê Ferêt bike?
Hebûna Amerîka li wir bo hêzên Kurdî ta çi astê alîkar e?
Rejîma Sûrî ta çi radeyê sûde ji vê erîşê dibîne?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna Du mêvanan ronî dide ser vê mijarê: Fethella Huseynî, endamê serkirdayetiya Partiya Çep a Kurdî Sûrî ku li Herêma Kurdistana dimîne û nivîskar Qado Şêrîn ku li Holanda dimîne.
Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke