Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Amedê, li Êlihê jî 29 Jin Hatin Desteser Kirin


Operasyonên li ser Tevgera Jina Azad (TJA) didome û piştî Amedê, li bajarê Êlihê (Batman) jî 29 jinên ku ketibûn greva xwebirçîkirinê, ji alîyê polîsan ve hatine desteser kirin.

Di nav jinên ku hatin binçavkirin hevseroka HDP'ê ya Batmanê û hevşaredara bajarokê Bişêrî jî hene.

TJA, jibo piştgirî bide çalakîya Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) û parlamantera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ragihandibû ku endamên wê jibo sê rojan li Amed, Batman û Wanê dest bi greva xwebirçîkirinê birçîbûnê dikin.

TJA bi daxuyanîyeke nivîskî got ku Guven bi daxwaza aştî û demokrasîyê dest bi vê çalakîya xwe kir, lê tê xwestin bi darê zorê dengê aştî bifetisînin.

TJA bang li gel kir ku piştgirî bide çalakîya Guvenê ku ew 34 roj in bo dawîkirina tecrîda ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva xwebirçîkirina bê dem û bê dor kiriye.

KHF_12_11_2018_Batman_Jin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:54 0:00

XS
SM
MD
LG