Piştî du operasyonên mezin ên bejayî yên artêşa Tirkîyê herêmên Kurdan li Sûriyê, (Çiqlê Zeytûnê di 20 Çileya 2018 de li Efrînê û Kaniya Aştiyê di 9 Cotmeha 2019 li Serê Kaniyê û Girê Spî), Tirkîyê şerê dijî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û kom û kesayetîyên nêzîkî wê, piranî bi dronan, dike.
Di guhertina taktîkên şer ên van çar salan de, artêşa Tirkîyê bi dehan êrîşên bi firokên ceng û dronan birine ser armancên herêmên Kurdan di sînorên Îraq û Sûriyê de. Gelek ji wan êrîşan armancên xwe giritin û hinek ji endam û alîgirên PKK’ê jinav birine.
Gelek alî û saziyên Kurdan dibêjin, qurbaniyên van êrîşên bi dronan, bêtir sivîl in. Lê artêşa Tirkîyê radigehîne ku armanc kesayetiyên siyasî û çekdarî yên PKK, PJAK û KJKê ne ku bi tunekirina wan, Tirkîyê derba xwe li tevgera Kurdan dide. Bi pivanên leşkerî jî, ew êrîş serkekî ne, jiber lêçûna kêm a diravî û nebûna qurbanîdanan.
Gelek şirovekar dibêjin, piştî serketina di hilbijartinên seroktiya Tirkîyê yên 14’ê Gulana 2023’an, Recep Tayyip Erdogan dixwaze hêza xwe diyar bike û peyamekê bişîne ku ew şerê terorê didomîne, sozên wî dayîn dengderên netewperest cîbicî bike û amadekariyan ji projeya xwe ya qonaxa demdirêj re bike.
Zêdebarî vê jî, têgihiştinek giştî heye ku bi her rengê şerî be, Tirkîyê dixwaze Kurd ji hevsengiya herêm û cîhanê derkevin.
Rojnamevan û şirovekarê siyasî Aso Ebduletîf ji Dengê Amerîka re ku şerê niha yê dronan “destpêka şerê hejmûnî yê fikrî, leşkerî û jêderên enerjiya herêmê ye, bi mebesta vegerandina Xîlafeta Osmanî ya berê lê bi dîzayineke nû.”
Eger çi êrîşên bi dronan ji aliyê sîstema berevaniya Tirkîyê ve ji zû ve tên kirin, lê êrîşên berî çend rojan (13’ê Tebaxê) li sînorên parêzgehên Silêmanî û Helebce yên Herêma Kurdistana Îraqê, nîşanên guhertina taktîkên şerê Tirkîyê bêtir didin pêş çavan.
Dr. Kamîran Berwarî, mamostayê siyasetê li Zanîngeha Duhokê dibêje, “ev êrîş amadekarî ne ji opersyoneka mezin re bi armanca cîbicîkirina projeya bi navê avakirina Dewleta Taze ya Tirkîyê. Ew dewlet jî, nûjenkirina Împeratoriya Osmanî ye, li gora Mîsaqa Mîllî ku serok Erdogan bibe Xelîfeyê wê.” Helbet ew dewleta hêvîkirî temam nabe, bêyî dagîrkirina axa Herêma Kurdistana Îarqê, ku hîn di edebiyatên Tirkîyê de wek Wîlayeta Mûsil û Kerkûkê tê bilêvkirin.
Wekî şiroveyên Dr. Berwarî, Aso Ebduletîf jî tekez dike ku demek e ew proje di hizr û xeyala bîrmendên AKP’ê de ava bûye. Wî di gotarekê de ji rojnameya DRAW re nivîsand ku “Têrma Mîsaqa Mîllî û binemayên wê, wek sînorê ciygrafî û desthilata siyasî ya dewleta Tirk piştî rûxana Xîlafet û destlilatên Sultanan û peymana agirbesta Modros di navbera Sultan Mihemedê Şeşem û hevpeymanên serketiyên Şerê Yekê yê Cîhanê de, ji aliyê Erdogan ve di Cotmeha 2016’an de, jinûve hat bibîrxistin. Dema ku AKPê red kir beşdarî şerê rizgarkirina Mûsilê ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) bibe.”
Bi baweriya Dr. Berwarî, eger kes rê li van cûre êrîşan negire, qonaxa bi dûv re, “dê operasyoneke bejayî be û eger her rêgirî lê nehat kirin, dê Tirkîyê fişarê li ser Rûsya û welatên Rojava bike heta ew proje bibe rastîyek li ser erdê.” Ew dê qezencê ji boşahiya serbazî ya ku Amerîka û Rûsya li dû xwe hiştî bigre, cinku xwena wê ew e ku ne bi tenê cihê Erebistana Saudî bigre lê yê Îranê jî, li gor nêrîna wî.
Serketin û serneketina projeya Tirkîyê jibo dîzaynkirina herêma Rojhilata Navîn bi hez û hêvîya bîrmendên AKP’ê li ser hindê dimîne, bi gotina Aso Ebduletîf, “ka heta çi astê dê Şîa bikevin jêr barê ecendeyên Amerîka di herêmê de. Çunku Amerîkî yariyan bi kartên Şîagerî û Sûnegeriyê dikin.” Her ji ber vê yekê, divê desthilatdarên Herêma Kurdistana Îraqê vê aloziya bi Tirkîyê re di çarçoveya yasa û destûra Îraqê de yekalî bikin, wek çawa ev şer şerê serweriya axa Îraqê be, berî ku şerê serweriya axa Herêma Kurdistanê be.