Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konsulxaneya Amerîka li Hewlêr Êrîşên li Ser Sivîlan Şermezar Dike


Piştî ku roja Înê 11'ê Tebaxê otombîlek li herêma Pêncwîn ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê rastî êrîşeke dronê hatibû û sê kesan jiyana xwe ji dest dabû reaksyonên cuda derketin holê.

Konsulxaneya Amerîka li Hewlêr ji Malpera Rudawê beşa Înglizî re ragihandîye ku ew "Kuştina her sivîlekî" şermezar dikin, jiber êrîşên vê dawiyê yên firokên bê firokevan li parêzgerha silêmaniyê.

Konsulxaneyê ragihand ku ew daxwazê ji Tirkiyê dikin ku li ser her operasyonên derveyî sînor hevkariyê bi Îraqê û Herêma Kurdistnaê re bikin û da zanîn "Me ew raportên rojnamegerî şopandin yên ku hatine weşandin derbarê êrîşa dronê ya rojên dawî li Silêmaniyê."

Di nameyeke elektronî de ku peyvdarê Konsulxaneyê da Rûdaw, ew dide zanîn ku wan ti pêzanînek zêde derbarê wan bûyeran nîne.

Dengê Amerîka çend caran hewl da ku xwe bigehîne Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê bo helwesta derbarê êrîşa dronê ya kuştina 3 sivîlan, lê ti bersivek nehat dan.

Dengê Amerîka di raporteke xwe ya Vîdyoyî de derbarê anîna termên qurbaniyan bo Mûsiliê dîmenên cenazeyên qurbaniyan weşand.

Medya herêmî jî ragihand ku trombêla hatî armanc girtin ya endezyarekî Kompanyaya AsiaCell ye û sê kesên ku hatine kuştin sivîl in. AsiaCellê ji medya xwecihî re erê kirîye ku kesên hatîn kuştin karmendên wan in.

Îna borî li ser rêya nahya Nalparêzê ya Silêmaniyê dronekê trombêlek bombebaran kir û 3 kesên tê de canê xwe ji dest da, di encama lêkolîna pizîşkiya dadwerî de xweya bû ku kesên di trombîlê de jiyana xwe ji dest dane; Hesen Ehmed, Ziyad Mistefa û keça wî Reyan Ziyad e û ew bi eslê xwe Erebên Mûsilî ne.

Gihîştina Termên Qurbaniyên Bumbebaran Silêmaniyê Bo Mûsilê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

Êrîşên firokên bê firokevan li dij hin armancan li Herêma Kurdistana Îraqê, ev demeke dom dikin, pir caran jî êrîş li dij endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK tên kirin û kêm caran Tirkiye li hember wan êrîşan xwe berpirs radigihîne.

Dronên Tirkiyê dîsan berdewam li dij şarevanên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, Tirkiye şervanên Kurdên Sûriyê weke endamên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê terorîst dibîne û êrîşan li dij wan pêk tîne.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler di hevdîtenekê ya "A Haber"de ku Yekşemê hat weşandin bal kişand ser rewşa Sûriyê û got "Serok Erdogan hemî hewlan dide ku aştî li Sûriyê berqerar bibe", Guler got, lê hin xalên me yên hesas hene.
"bê misoger kirina ewlehiya sinorên me û gelê me, ne mumkine em ji Sûriyê derkevîn."

Serokê Sûriyê Beşar Esed jî, derbarê hewildanên hevdîtina bi Erdogan re û lihevhatina bi Tirkiyê re derbarê çareseriya şerê li Sûriyê gotbû "Şertê pêşîn divê Tirkiye ji axa Sûriyê derkeve."

Jêder: VOA/Rudaw/Al -Monitor

XS
SM
MD
LG