Roja pêşemê nîjadperestek Tirk êrîşek çekdarî li ser avahiya HDP'a İzmirê pêkanî û endamek jin a HDPê, Deniz Poyraz kuşt.
Nijadperestê bi navê Onur Gencer, niv saet piştî kuştina Denizê hat desteserkirin û roja înê hate girtin.
Termê Deniz jî bi beşdarîya bi dehan hezar kesan li Goristana Kaynaklar a İzmirê hate binaxkirin.
Pervîn Buldan Hevseroka HDPê li wir got ''Bila tu kes nebêje ev bûyer provakasyone jiber ku êrîş bi plankirî li HDP û kurdan hatîye kirin.''
Wê serokomar û wezîrên karê navxwe sûcdar kirin, jiber daxuyaniyên wan yên pêşwext li ser HDPê.
Hevserokê HDPa îzmîrê Abdulkadir Baydur jibo Dengê Amerika behsa bûyerê kir û daxuya kirin ku, çend malbatên ku zarokên wan gihîştine PKK li pêş avahîya HDPê bi mehane kon vedane û jiber çalakiya wan metirsîya êrîşa nîjadperestan çêbûye. Gelek caran jibo parastina avahîyê serî li gerînendeya ewlehîyê jî dane lê bê encam maye.
Wî da zanîn ku wê rojê îmzekirina pirtûka profesor Beyza Ustun hebûye, rojek berê jî li ser medya civakî hatîye ragihandin. Rêvebir, endam û parlamenterên HDPê qewlê xwe danîne ku di 11:30 de li avahîya HDP bicivin û bi hev re derbasê çiyê imzeyê bibin. Lê êrîş nîv saet zûtir pêk hatîye ku Deniz wê kêlîyê di avahiyê HDPê de, bi tenê bûye, ''Ger hinek dernegtir êrîş bibûne dê qetlîamek mezintir pêk bihata'' Baydur got.
Wî da zanîn Deniz keça xebatkara wan Fehîme Poyraz e. Lê jiber ku ew roja dayika wê ji destê xwe emelîyat bûye, di ciyê dayika xwe de Deniz hatîye derîyê navenda HDPê vekirîye û paqijîya wir kirîye.
Evuqata HDPê Turkan Aslan jibo Dengê Amerika axivî û da zanîn ku êrîşkar îfadeyên xwe de gotîye jiber bi çend xebatkarên Kurd re li nexweşxanê pirsgirêk jîyaye, jibo tolhildana şexsî xwesetîye çalakîyek deng vede pêkbîne.
Wê got ''Di îfadê xwe de kujer gotîye 'di çavê wî de Kurd û HDP û PKK yek in û terorist in, jibo dilê xwe rihet bike ew çalakî kirîye, li pişt wî tu kes an rêxistinek nîne.''
Evuqat Aslan da zanîn Onur Gencer demek dirêj plan kirîye, xwe li qursa ingîlîzî ya li rex HDP nivîsandîye û gelek caran çûye keşfê.
Wê got "Aramanca wî kuştina gelek kesan bûye. Di ifadeyan de behsa gelek çîrokên xwe yên şexsî kirîye, dixwaze beje ku tu rêxistinek li pişt wî nîne lê em dizanin ku ev sucek organizekirîye û divê kî li pişt wî heye were eşkerekirin."