Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina Tahir Elçi bi Çalakiyên Girseyî Tê Bîranîn


Bîranîna Kuştina Tahir Elçî li Amedê
Bîranîna Kuştina Tahir Elçî li Amedê

Serokê Berê yê Baroya Diyarbekir/Amedê Tahir Elçî li kuçeya ku li wêderê hatbû kuştin û li ser gora wî bi çalakiyên girseyî hat bîranîn.

Tahir Elçî di dema şerê xendekan de li navça Surê li pêş Minara Çar Ling ya dîrokî di nav pevçunekê de hatibû kuştin.

Serokê Nû yê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren û hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî li bîranînê daxuyanî dan.

Nahît Eren destnîşan kir ku, digel ku şeş sal bi ser kuşina Elçi re derbas bûne lê tu daxwaz û îradeyek pêknehatiye jibo eşkerekirina kûjeran.

Bîranîna Kuştina Tahir Elçî li Amedê
Bîranîna Kuştina Tahir Elçî li Amedê

Wî got li ser israra malbata Elçi, evuqat û baroyan, piştî pênc salan doz vebû lê îdia kir ji destpêkê heta roja me endamên dadgerîyê bêdil tevdigerin, keşfa çiyê bûyerê nehat kirin û hin dîmenên dema buyerê jî hatine wundakirin û got, ''Ev hemî nîşaneyek e ku iradeyek heye naxwaze kuştina Elçi bê ronîkirin''.

Wî anî ziman ku, ne Tahir Elçi mirovek ji rêzê ye ne jî doza wî û weha dewam kir "Ew hêjayek Kurdîstanê bû, kuştina wî jî sîyasî ye.’"

Serokê Baroyê, serdana dawî ya serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ya li Diyarbekirê bibîr xist ku goitbû ''Kuştina Elçî sûikastek sîyasî ye.''

Eren diyar kir ''Deynê situyê dadgerî û siyasetê ye ku doza Tahir Elçî li gorî hiquqê bi encam bikin.'' Nahît Eren weha dewam kir û got, ''Di serî de çareseriya pirsa Kurd, naskirina mafê kollektiv yê mirovan, avakirina rejîmek li ser bingeha mafan jibo vî welatî pêdiviyek mezin e. Kurd û Tirk çaverêya aşitiyê ne. Siyaseta ku xêra herkesek dixwaze divê ji dirokê derst bigre û wêrek be.’’

Hevjîna Tahir Elçi, Turkan Elçî jî got, ''Niha edalet ketîye nabosek û gohê wê kerr bûye, bi guleyek xeyala aşitiyê û hizurê bidawî bûye.''

Wî got guleya ku Tahir Elçî kuşt, hêviya biratî, hizurê jî qetil kir, edalet jî bû hedefa vê guleyê.

Elçî anî ziman ku zindîkirina edaletê jî, pirskirina hesabê kuştina mirovek mesûm jî erka dadgeriyê ye. Turkan Elçi weha dewam kir û got, ''Yên ku post û erka xwe bi hêza hiquqê çêkirine, daxwaza edaletê ji dadgeriyê mafê herî xwerû ya welatîyan e.''

Wê got xelaya welatek bi hizur û ewle, rêya bi dawikirina dilşikesitna bajaran di kolana ku Tahir Elçi lê hatiye kuştin de derbas dibe.

Hevjîna Tahir Elçî dîyar kir û got, digel ku şeş sal derbas bune, lê daxwaza Tahir Elçî ya ku got 'ew çek, pevçûn, şer naxwazin' daxwaza wan jî. Şîdet ji çi alî bê ew red dikin, xwedî li mîrata xwe derdikevin û jibo edaletê diqêrin.

Raporta Amed/Diyarbekirê 28 11 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00

XS
SM
MD
LG