13 sal di ser şerê Sûrîyê de derbaz bûne û pê re êşên bi hejmar ji xelkê Sûrîyê re derketine. Ji bo Kurdan li bakur û rojhilatê welêt, yek xembarî di ser her tiştên din re ye. Ew jî ew e ka gelo Tirkîye dê êrîşeke din ya bejahî li deveran wan pêk bîne yan na?
Gelek Kurdên Sûrîyê ditirsin ku êrîşeke nû ya Tirkîyê dibe ku dawîyê li hebûna xweserîyeke defakto li herêma wan bîne.
“Xelk li vir fêrî kêmbûna av û elektrîkê bûne, ew fêrî nebûna pêdivîyên serekî û xirabûna binesazîyê bûne, lê yek tişt heye ew yekcar naxwazin bibînin: operasyoneke leşkerî ji alîyê Tirkan ve,” Mahir Qerno, yek ji sernivîserên radyoya Arta FM li bajarê Amûdê ji Dengê Amerîka re got.
Ofîsa Arta dora du kîlometreyan dûrî sînorê Tirkîyê dikeve. Amûdê yek ji çend bajarên Kurdan yên sînorî ye ku li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dimînin.
Di çarçoveya şerê dijî mîlîtanên DAIŞ’ê de, HSD bûye hevpareke girîng ya Amerîka û hêzên Koalisyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê. Lê Tirkîyê dibêje ku HSD beşek e ji Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Enqere û Washington PKK wekî rêxistineke terorîst dibînin, lê Amerîka cûdahîyekê dixîne navbera HSD û PKK’ê.
Di salên dawî de, artêşa Tirkîyê çend operasyonên leşkerî li dijî hêzên Kurdan li bakurê Sûrîyê pêk anîne, tê de bajarên Kurdî yên wekî Efrîn, Serêkanîyê û Girê Sipî dagîr kirine. Karbidestên Tirkîyê bi berdewamî dibêjin ku pêkana operasyoneke nû ya li bakur û rojhilatê Sûrîyê hergav heye.
“Piştî dagîrkirina Efrîn û Serêkanîyê, xelk li vir bê guman naxwazin ku tankên Tirkan ji wî alîyê derbaz bibin,” Qerno ev yek di nav ofîsa xwe de got û tilîya xwe ber bi Tirkîyê ve kir.
Lê hêvîyek li cem Kurdên Sûrîyê heye ku hebûna leşkerên Amerîkî li devera wan dibe ku bibe rêgir li ber metirsîyên hawîdorî wan. Li deverê dora 900 leşkerên Amerîkî li çend bingehên leşkerî cih digirin wekî beşek ji Koalisyona dijî DAIŞ’ê.
Hevkarîya Kurd û Amerîkîyan li Sûrîyê bûye sedema tunekirina xîlafeta ku DAIŞ li hinek parçeyên Sûrîyê ragihandibû.
Karbidestên Kurd dibêjin ku dora 10 salan ji hevkarîya nêzîk bawerîyek di navbera Kurd û Amerîkîyan de ava kiriye.
Divê ku ev bawerî neyê windakirin, Salih Mislim, Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD), ji Dengê Amerîka re got.
“Hebûna artêşa Amerîkî li Sûrîyê ne wek ya li welatên din e. Bi hebûneke leşkerî ya sînordar, Amerîka dikarîbû armancên xwe li vir pêk bîne û berjewendîyên xwe biparêze, jiber ku hevkarîya me wisa hatiye avakirin ku hêzên me şer dikin û Amerîka piştgirî û alîkarîyê dike,” Mislim got.
Siyasetvanê Kurd got Amerîkîyan çend caran piştrast kiriye ku ewê li Sûrîyê bimînin heta ku çareserîyeke sîyasî li welêt peyda bibe.
Birêz Mislim herwiha da zanîn ku ew Amerîka û Tirkîyê di çarçoveya hevalbendîya NATO’yê de dost in, lê wî dîyar kir ku çi operasyoneke bejahî ya Tirkîyê dibe ku hewildanên Amerîkayê yên dijî DAIŞ’ê têk bibe, bi taybet li vê dema ku mîlîtanên DAIŞ’ê asta êrîşên xwe li dijî HSD’ê bilind kiriye.
“Amerîkî bi fikar in eger operasyoneke bejarî ya Tirkan dijî me destpê bike, hingê emê neçar bin ku hêzên xwe ji cihên din vekişînin da ku berevanîya xwe hember Tirkan bikin. Ev tê wê wateyê ku hêla me ya başûr hember êrîşên DAIŞ’ê vekirî bimîne. Amerîka naxwazin ev yek bibe.”
Karbidestên Amerîkî berê xembarîya xwe hember zêdebûna asta çalakîyên leşkerî li bakurê Sûrîyê derbirîn kirine, bi taybet derbarê bandora van kiryarên leşkerî li sivîlan û li hewilên dijî çekdarên DAIŞ’ê.
Tirkîyê di mehên dawî de çend caran bi dron û êrîşên esmanî hinek deverên Kurdan li Sûrîyê kirine armanc. Karbidestên Tirk dibêjin ku armanca van êrîşan ew e ku binesazîya rêxistinî ya hêzên Kurdan û çavkanîyên wan yên dahatê tune bikin.
Nicholas Heras, lêkolerê Enstituya New Lines li Washington, dibêje ku hebûna leşkerî ya Amerîkî li bakur û rojhilatê Sûrîyê têra wê yekê dike ku aramîya li jêr metirsîyê ya civaka li deverê biparêze.
“Lê ew têra wê yekê nake ku mercên ewlekarîyê jibo parastineke demdirêj û jinûvakirina herêmê pêşkêş nake,” wî ji Dengê Amerîka re got.
Heras got ku stratejîya Amerîka li Sûrîyê tekezî li ser hiştina hebûneke biçûk ser erdê dike, tê de bandoreke hêzdar ser hesabên rikaberên Amerîkayê wekî Rûsya û Îranê bike. Rûsya û Îran du alîgirên serekî yên rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed in.
“Ev nêzîkahî jibo Washington sûdmend e jiber ku ew bakur û rojhilatê Sûrîyê, bo dengderê Amerîkî, li ber çavan nahêle. Lê ev siyaseteke lawaz e ku nezelalîyekê derbarê niyetên Amerîkayê çêdike û çend lîstikvan wekî Tirkîye, Rûsya û Îran bi berdewamî vîyana Amerîka li bakur û rojhilatê Sûrîyê test dikin. Ev jî piranîya caran li dijî berjewendîya hevkarên me yên xwecihî li Sûrîyê ye.”