Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî di kombûna xwe ya li dor Sûriyê de, nikaribû daxuyaniyeke hevbeş belav bike û rewşa dawiya li bakur û rojhilatê Sûriyê der bibire.
Şîrovekar dibêjin rikeberiya di navbera hin welatên mezin de, bandora xwe bi awakî rasterast dide ser van cûre biryar û daxuyaniyan.
Siyasetmedar Feysel Îbrahîm di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser mijarê û got ku ji Amerîka dihate xwestin fişarê di vê derbarê de bike û nehêle ku Kurdên Sûriyê wiha bêhêvî bimînin.
Ibrahim ku li wîlayeta Ohio dimîne got gelek tişt ji Amerîka dihatin xwestin û wê nekir.
Wî got:
“Pêwîst bû Amerîka hêza xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekişîne, ji ber ku vekişîna wan bû glopa kesk ji Tirkiyê re ku êrîş bike.”
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke