Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwanê Alîkariyê yê Pizîşkên Bê Sînor Derbasî Bakurê Rojavayê Sûriyê Dibe


Saziya xêrxwazî ya Pizîşkên Bê Sînor (MSF) ku li Parîsê hatiye damezrandin, got karwanekî ji 14 kamyonên MSF di 19ê Şibatê de ji dergeheke sînorî ya nêzîk derbasî bakurê rojavayê Sûriyê bû da ku di operasyonên rizgarkirina erdhejê de bibe alîkar.

Zêdetirî 46,000 kes di encama erdheja ku di 6ê Şibatê de li Tirkiyê û Sûriyê rû da, hatine kuştin, û ta niha nêzîkî 345,000 apartman li Tirkiyê hatine hilweşandin.

Hewldanên rizgarkirinê li Tirkiyê roja Yekşemê ber bi dawiyê ve diçin, nêzîkê du hefteyan piştî karesata herî kujer ya wî welatî di serdema nûjen de.

Serokê rêveberiya karesat û tengaviyan ya Tirkiyê (AFAD) Yunus Sezer diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dê şeva Yekşemê bi berferehî biqedin.

Di encama erdhejên Tirkiyê û Sûriyê de zêdetirî 46,000 kes mirin û tê pêşbînkirin ku jimar zêde bibe, di demekê de ku gelek kes hîn winda ne.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî diyar kir ku li Tirkiyê û Sûriyê 26 mîlyon kes hewcedarî alîkariyên mirovî ne.

Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken dê roja Yekşemê biçe Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina ka Waşinton çawa dikare bêtir alîkariya Enqerê bike.

Li Sûriyê, ku zêdetirî 5,800 kuştî hatine ragihandin, Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) got ku berpirsên li bakurê rojavayê welêt derbasbûna alîkariyan bo herêmê asteng dikin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG