Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Miriyên Erdhejên Tirkiyê û Sûriyê 46,000 Derbas Kir


Zêdetirî 46,000 kes di erdhejên Tirkiyê û Sûriyê de jiyana xwe ji dest dan û tê pêşbînîkirin ku jimar hîn jî zêde bibe.

Di demekê de ku Tirkiyê hewl dide karesata xwe ya herî mezin a nûjen birêve bibe, nîgeraniyên li ser qurbaniyên erdhejê li Sûriyê zêde dibin.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) fişaran dide ser rayedarên bakurê rojavayê Sûriyê ku astengkirina gihîştina alîkariyan rawestînin ji ber ku ew hewl dide alîkariyê bide bi sed hezaran mirovên ji ber erdhejê rastî ziyaneke mezin bûne.

Rêvebirê WFP David Beasley ji Reutersê re li kêleka konferansa ewlekariyê ya Munchê axivî û got, hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê pir baş hevkariyê dikin, lê operasyonên wê li bakurê rojavayê Sûriyê têne astengkirin.

Ajansê hefteya borî got ku enbarên wê li wir qediyane û xwest ku deriyên sînor yên bêhtir ji bo navçeyên ziyandîtî yên Sûriyê bên vekirin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG