Şanderê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey doh serdana bajarê Minbicê kiribû û ligel Encûmena Sivîl a Minbicê kom bûbû.
Serdana Jeffrey tê rojekê piştî ku serkirdeyê komandariya Amerîkî li Rojhilata Navîn Joseph Votel ragihandibû ku wê hêzên Amerîka û Tirkiyê noberdariyên hevbeş li bajarê Minbicê pêk bînin.
Armanca van nobedariyan, li gor tê ragfihandin, kêmkirina girjiyan e di navbera Amerîka û Tirkiyê de li dor hebûna hêzên Kurdî li ser sînorê Tirkiyê.
Tirkiyê plan dike piştî serastkirina rewşa Mibijê derbasî aliyê rojhilata çemê Ferêt be.
Ew çiqas rijde ku vê pilanê pêk bîne û Amerîka çiqas rêgir e li pêş wê?
Kurd bo nehêştina rûbirûbûneke rasterast ligel Tirkiyê dikarin çi bikin?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Elî Îbrahîm, endamê komîta navendî ya Partiya demokrata Kurdistan-Sûriyê(PDK-S) ku li Tirkiyê dimîne û Îbrahîm Îbrahîm, şîrovekarê siyasî ku li Denmark dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke