Îsraîlê di dema dawî de asta êrîşên xwe yên esmanî li Sûrîyê zêde kiriye, tê de bingehên ser bi hikûmeta Sûrîyê û hêzên Îranî ve dike amanc. Di van rojên dawî de êrîşên Îsraîlê çar caran li çend armancên cuda da.
Êrîşa herî dawî roja Duşemê bû, tê deverek li nêzîk Şam paytexta Sûrîyê bû armanc, li gor medyaya dewleta Sûrîyê û çavdêrîyeke opozisyona Sûrî.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku êrîşên Îsraîlê li Şamê bingehên rejîma Sûrî û yên ser bi Îranê ve li nêzîk firoxaneya bajêr û devereke din li başûrê Şamê kirin armanc. Ajansa Sûrî ya nûçeyan got ku du kes di wan êrîşan de hatin kuştin.
Êrîşên Duşemê hatin holê rojekê piştî ku droneke Îranî ji alîyê artêşa Îsraîlê ve hate xistin. Îsraîl got ku ew dron ji alîyê Sûrîyê ve derbazî sînorê Îsraîlê bûbû. Berî wê bûyerê bi rojekê jî, êrîşeke esmanî ya Îsraîlî bingeheke esmanî li parêzgeha Humsê ya Sûrî kiribû armanc. Di wê êrîşê de pênc leşkerên Sûrî hatibûn kuştin. Berî wê êrîşê bi du rojan, di êrîşeke din ya Îsraîlî de li nêzîk Şamê du endamên Pasevanên Şoreşa Îslamî yên Îranî hatibûn kuştin.
Îran piştevaneke serekî ya rejîma serokê Sûrî Beşar el Esed e û ji destpêka şerê Sûrîyê di sala 2011’an de hebûneke leşkerî ya mezin li wî welatî ava kiriye.
Îsraîl hebûna leşkerî ya Îranê li Sûrîyê wekî gefe li ewlekarîya xwe ya niştimanî dibîne û gelek caran li armancên Îranî li Sûrîyê daye. Lê belê, Îsraîl kêm caran behsa van operasyonan dike.
Pispor dibêjin ku bilindbûna asta van êrîşan di dema dawî de vedigere zêdebûna çalakîyên Îranê yên leşkerî li Sûrîyê.
Jonathan Spyer, lêkolerê navenda Middle East Forum, li bajarê Philadelphia yê Amerîkî, dibêje, “sedema serekî ya zêdebûna asta van êrîşan ew e ku hizireke heye ku Îran û komên wê niha di asteke mezin ya bawerîyê de ne û êdî pêdivî heye ku divê rê li ber wan cardî were girtin.”
Spyer ji Dengê Amerîka re got ku ev hizir ji wê bûyera ku li meha Adarê qewimî tê, dema ku mîlîtanekî ser bi Îranê ve ji alîyê Libnanê ve ligel mayîneke mezin derbazî Îsraîlê bû, berî ku ji alîyê hêzên ewlekarîya Îsraîlê ve were kuştin.
Şîrovekar Spyer dibêje ku sedemek din ya vê nêrînê jî êrîşeke vê dawîyê ya hêzên ser bi Îranê ve li dijî bingeheke Amerîkî li Sûrîyê ku tê de kontrakterekî Amerîkî hate kuştin.
“Xwezaya ne normal ya van êrîşan baweriyeke mezin ji alîyê Îran û hevparên wê ve dîyar dike. Lewra Îsraîl dixwaze tolê hilîne û tarezûya rast ya hêzê bîne bîra Îranê,” Spyer got.
Ehmed Rehal, generalê berê yê artêşa Sûrîyê ku niha wekî şîrovekarê leşkerî li Stenbolê dimîne, dibêje ku du sedemên din heye ka çima Îsraîl derbarê armanckirina hêzên Îranê li nav Sûrîyê biryarder bûye.
“Sedema yekê ew e ku Îsraîl niha gihiştîye qonaxekê ku dixwaze tiştê dikare were parastin biparêze piştî ku Sûrîyê êdî bûye bingeheke leşkerî ya pêşketî jibo Îranê,” Rehal ji Dengê Amerîka re got.
Efserê berê yê artêşa Sûrîyê dibêje, sedema din ew e ku Îran alîkarîya mirovahî jibo qurbanîyên erdheja 6’ê Sibatê jibo berjewendîyên xwe bikar tîne.
“Li jêr behaneya alîkarîya mirovahî, Tehran çekan bi gelek şêweyan dişîne Sûrîyê, çi bi rîya firokeyên sivîl û çi jî bi rîya tankerên petrolê ye. Ev liv û tevger dibin sedema bersivdaneke Îsraîlî bi rîya êrîşên esmanî,” Rehal dîyar kir.
Ti piştrastkirineke serbixwe derbarê şandina van çekan tune ye, lê di Sibatê de televizona Îranî ragihand ku ew welat şandina sîstemên berevanîya esmanî bo Sûrîyê dide ber çavan da ku alîkarîya Sûrîyê bike ku rê li ber êrîşên esmanî yên Îsraîlê bigire.
Şîrovekar Spyer got ku bilindbûna asta bawerîya Îranê ku di warê leşkerî de li Sûrîyê çalaktir bibe ji wê yekê tê ku ew berê xwe didin kaosa navxweyî û nebûna yekîtîyê li niha li Îsraîlê.” Ji bilî wê jî, wî da zanîn ku “hestek [li cem Îranê] heye ku Amerîka li cihekî din mijûl e û naxwaze [li Sûrîyê] rûbirûbûnekê bike.”